Serok Barzanî bo Mîrê Êzidiyan: Hevkar û piştevan dibin

Bi boneya destnîşankirina wî wek Mîrê Kurdên Êzidî, Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Mîr Hazim Tehsîn Beg kir.

27 Tîrmeh 2019 - 15:02
27 Tîrmeh 2019 - 15:02
 0
Serok Barzanî bo Mîrê Êzidiyan: Hevkar û piştevan dibin

Serok Barzanî di peyama xwe de hêviya serkeftinê ji mîrê nû yê Êzidiyan re xwast û piştevaniya xwe jî jê re derbirî.

Deqa peyama Serok Barzanî:

Birêz Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzidiyan

Bi boneya destnîşankirina we wek Mîrê Êzidiyan, bi germî pîrozbahiyê li we yê birêz û tevahiya xwişk û birayên Kurd ên Êzidî dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.

Kurdên Êzidî pêkhateyeke resen a netewa Kurd û gelê Kurdistanê ne û hêvîdar im di erkê nû de bi baştirîn şêwe xizmeta wan xwişk û birayên me bikin û em jî hevkar û piştevan dibin.

Ev nûçe bi tevahî 1097 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:53:17