Serok Barzanî Cejna Çilê Havînê li Kurdên Êzidî pîroz kir

Serok Mesûd Barzanî bi hatina Cejna Çilê Havînê peyamek belav kir û cejn li Kurdên Êzidî pîroz kir.

3 Tebax 2026 - 10:16
3 Tebax 2026 - 10:16
 0
Serok Barzanî Cejna Çilê Havînê li Kurdên Êzidî pîroz kir

Serok Barzanî hêvî kir ku Kurdên Êzidî cejnên xwe di nav aramî û ewlehiyê de derbas bikin.

Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir û got:

"Bi hatina Cejna Çilê Havînê yê xwişk û birayên Êzidî, ez pîrozbahiyeke germ li Civata Ruhanî, oldar û hemû Êzidiyên Kurdistan û cîhanê dikim."

Serok Barzanî di beşeke din a peyama xwe de diyar kir:

"Ez hêvî dikim ku xwişk û birayên Êzidî hemû cejn û merasîmên xwe di nav aramî û ewlehiyê de derbas bikin."

Serok Mesûd Barzanî di dawiya peyama xwe de xwest ku cejn li Êzidiyan pîroz be û ew her di nav xêr û xweşiyê de bimînin.

 

Ev nûçe bi tevahî 65 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:22:37