Wezîrê Perwerdeyê: Li her dera Sûriyeyê dibistanên bi Kurdî vedibin

Wezîrê Perwerde û Xwendinê yê Sûriyeyê Mihemed Tirko ragihand ku li her devera ku Kurd lê dijîn dibistanên bi zimanê Kurdî dê werin vekirin. Wî got ku dîplomayên Rêveberiya Xweser û Herêma Kurdistanê bi fermî tên naskirin û 38 hezar mamoste jî hatine tevlîkirina sîstema perwerdeya dewletê.

3 Tebax 2026 - 10:22
3 Tebax 2026 - 10:22
 0
Wezîrê Perwerdeyê: Li her dera Sûriyeyê dibistanên bi Kurdî vedibin

Wezîrê Perwerde û Xwendinê yê Sûriyeyê, Mihemed Tirko, di hevpeyvînekê de bi Rûdaw re ragihand ku hikûmeta Sûriyeyê li ser bernameyekê dixebite da ku li her devera ku Kurd lê dijîn dibistanên bi zimanê Kurdî werin vekirin.

Tirko ku ji Efrînê ye û niha wezîrê perwerdeyê yê Sûriyeyê ye, got ku armanca wan ew e ku mafê xwendina bi zimanê dayikê ji bo Kurdan bi awayekî fermî were bicîhkirin. Wî diyar kir ku li gorî biryarên serokatiyê, li her herêmeke ku Kurd lê dijîn dibistanên Kurdî dê werin vekirin û mamosteyên zimanê Kurdî jî ji bo vê armancê tên amadekirin.

Wezîrê Perwerdeyê herwiha ragihand ku dîplomayên Rêveberiya Xweser hatine naskirin û xwendekar dikarin xwendina xwe li gorî wê bernameyê bidomînin. Di heman demê de wî got ku dîplomayên lîse û zanîngehên Herêma Kurdistanê jî li Sûriyeyê bi fermî tên qebûlkirin.

Li ser yekgirtina sîstema perwerdeyê, Tirko diyar kir ku 38 hezar mamosteyên herêmên Rêveberiya Xweser hatine tevlîkirina Wezareta Perwerdeyê û meaşên wan bi awayekî fermî tên dayîn. Wî got ku di nav 16 mehên dawî de meaşên mamosteyan ji nêzîkî 80 dolarî gihîştine 400 dolarî.

Di derbarê koçberên ku ji Herêma Kurdistanê vedigerin jî de, Tirko destnîşan kir ku hemû bawernameyên wan dê werin qebûlkirin û xwendekar dê bêyî astengî xwendina xwe li Sûriyeyê bidomînin. Wî spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di salên şer de penaberên Sûriyeyê û zarokên wan pêşwazî kirin û şertên xwendinê ji wan re amade kirin.

Tirko di dawiya axaftina xwe de got ku armanca hikûmetê ava kirina sîstemeke perwerdeyê ye ku li ser bingehê maf, dadperwerî û yekgirtina hemû pêkhateyên Sûriyeyê were avakirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 126 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:09:12