Serok Barzanî Desteya Serokatiyê ya ENKSyê qebûl kir
Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê bi Desteya Serokatiyê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) re civiya.

Di civînê de rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û yekrêziya Kurdan hatin gotûbêjkirin.
Civîn li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê hat lidarxistin.
Ofîsa Serok Mesûd Barzanî li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de rewşa siyasî û bipêşketinên dawî yên Sûriyeyê hatin nirxandin.
Girîngiya yekrêziya Kurdan
Her du aliyan di hevdîtinê de kişand ser girîngiya yekrêziya aliyên Kurd a di qonaxên bê de.
Her wiha ji bo ku pirsgirêk werin çareserkirin tekezî li dan û standin û diyalogê hat kirin.
Nûvekirina herî dawî: 11:18:23







































































































































































