Serok Barzanî: Hêvî dikim rêkeftina HSD û Şamê serkeftî be

Serok Mesûd Barzanî piştî rêkeftina HSD û hikûmeta Şamê, her du alî pîroz kirin û got, "Em hêvîdar in ew rêkeftin berdewam û serkeftî be."

31 Çile 2026 - 10:04
31 Çile 2026 - 10:04
 0
Serok Barzanî: Hêvî dikim rêkeftina HSD û Şamê serkeftî be

Serok Barzanî her wiha got, "Em her dem di wê baweriyê de ne ku diyalog û aştî ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan rêya rast e."

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de hêvî kir, "Bila êdî li Sûriyeyê dawî li êş û zehmetiyên gelê Kurd were û hemû alî bi aştî, azadî û aramî li Sûriyeyê şad bibin."

“Peyama Serok Mesûd Barzanî ev e:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,

Em rêkeftina di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de pêşwazî dikin û pîrozbahiyê li her du aliyan dikin.

Em hêvîdar in ew rêkeftin berdewam û serkeftî be.Em her dem di wê baweriyê de ne ku diyalog û aştî ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan rêya rast e.

Em hêvîdar in êdî li Sûriyeyê dawî li êş û zehmetiyên gelê Kurd were û hemû alî bi aştî, azadî û aramî li Sûriyeyê şad bibin.”

 

Ev nûçe bi tevahî 6 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:58:59