Serok Barzanî: Hêvîdar im hilbijartin ji pirsa kurdî re rê li ber çareseriyeke nû xweş bike
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serkeftina pêvajoya hilbijartinên Tirkiyê pîroz kir. Barzanî "Hêvîdar im encamên hilbijartinan rê li ber dîtina çareseriyeke nû ji pirsa Kurd li Tirkiyê xweş bike."

Serokê Herêma Kurdsistanê û Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da.
Barzanî, "Xweşhal in ku hilbijartinên Tirkiyê bi demokratîk û aştiyane encam da. Hêvîdar im encamên hilbijartinan rê li ber dîtina çareseriyeke nû ji pirsa Kurd li Tirkiyê xweş bike û bibe sedema dabînkirina aramî û aştiyê li wî welatî."
Hêjayî gotinê ye ku duhî li Tirkiye hilbijartinên serokomariyê û hilbijartinên giştî yên serdema 27an a Parlementoya Tirkiyê bi dawî hatibûn. Li gorî encamên destpêkê AKP 293, CHP 146, HDP 67, MHP 50 û Iyi Partî 44 kursiyên parlamentoyê bidest xistine.
Nûvekirina herî dawî: 16:50:47