Serok Barzanî heyeteke Îmaratê qebûl kirİm
Serok Mesûd Barzanî li Selahedînê heyeteke Îmaratê ya bi serokatiya Wezîrê Dewletê Seîd Mubarek El-Hacirî qebûl kir.

Baregeha Barzanî li ser hevdîtina Serok Barzanî û Heyeta Îmaratê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê di hevdîtinê de tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyên di navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê aborî de hat kirin.
Di destpêka hevdîtinê de, heyeta mêvan kêfxweşiya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê û hevdîtina bi Serok Barzanî re anî zimên.
Wan tekezî li ser dostanî û helwesta serkirdayetiya Îmaratê ya ji bo bipêşxistina pêwendiyan kir û silavên serkirdayetiya wî welatî gihandin Serok Mesûd Barzanî.
Her wiha heyetê spasiya xwe ji bo hevdîtin û derfetên ku ji bo bipêşxistina pêwendiyên aborî û warên din hatine dayîn pêşkêş kir.
Serok Barzanî jî bi germî pêşwazî li şandeya mêvan kir û spasiya xelk, hikûmet û serkirdayetiya Îmaratê kir.
Wî bi taybetî amaje pê kir ku wan di dema hatina bi sed hezaran koçberan de, her tim bi rêya rêxistinên mirovî alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye.
Serok Barzanî her wiha bihêzkirina dostanî û pêwendiyên her du aliyan gelekî erênî wesif kir.
Rewşa giştî ya herêmê jî mijareke din a hevdîtina her du aliyan bû.
Nûvekirina herî dawî: 13:32:50