Serok Barzanî ji bo Efrînê bi ENKSê re civiya

Serokê Herêma Kurdistanê yê berê û Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) kir û bi wan re rewşa Efrînê gotûbêj kir.

21 Sibat 2018 - 12:57
21 Sibat 2018 - 12:57
 0
Serok Barzanî ji bo Efrînê bi ENKSê re civiya

Li gorî medyaya Herêma Kurdistanê, Barzanî rûdanên siyasî û ewlekariyê yên Rojava û herêma Efrînê, pêşeroja rojhilatê çemê Firatê û hevkêşeyên leşkerî û siyasî yên li wê herêmê gotûbêj kirine.

Desteya Serokatiya ENKSê jî di civînê de behsa têkiliyên xwe yên li gel hêzên siyasî yên Rojava û aliyên din ên Sûriyeyê û çalakiyên xwe kir.

Li gorî agahiyan, Barzanî jî behsa pêşeroja gelê kurd li Sûriyeyê û astengên li pêşberî wan kiriye û herwiha nerînên xwe li ser Rojava ji şandeya mêvan re ragihandin.

Ev nûçe bi tevahî 1960 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:30:06