Serok Barzanî li Akrê û Berdereşê guhdariya xelkê kir
Serok Mesûd Barzanî li navçeyên Akrê û Berdereşê bi xelkê re civiya û ji nêzîk ve guhdariya pirsgirêkên wan kir.

Berpirsê Rêxistina PDKyê ya navçeya Akrê ragihand ku armanca serdana Serok Barzanî ew bû ku ji nêzîk ve guhdariya xelkê bike û ji daxwaz û gazinên wan agahdar be.
Serok Barzanî çû navçeya Akrê ya Dihokê li avahiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi çend kesayetiyên navdar, berpirsên îdarî û endaman re civiya.
Di civînê de Parêzgarê Dihokê Elî Teter, Serokê Rêxistina PDKyê yê Dihokê Piştîwan Sadiq, qaymeqamên Akrê û Berdereşê û rêveberên partiyê amade bûn.
Serok Barzanî demjimêr 16.00an li Salona Konferansê ya Akrê bi xelkê navçeyên Akrê û Berdereşê re civiya.
Piştî axaftina xwe guhdariya daxwazên welatiyan kir, civîn ji çapemeniyê re girtî bû.
Nûvekirina herî dawî: 16:49:20