Serok Barzanî li Bexdayê bi Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî re civiya

Serok Barzanî li Bexdayê bi Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê Fayiq Zêdan re civiya û derbarê çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûr û yasayan gotûbêj kirin.

3 Tîrmeh 2024 - 15:04
3 Tîrmeh 2024 - 15:04
 0
Serok Barzanî li Bexdayê bi Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî re civiya

Serok Mesûd Barzanî îro 03.07.2024an  piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed û Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê re, bi Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê Fayîq Zîdan re civiya.

Di hevdîtinê de, behsa pirsên navxweyî û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hate kirin û tekezî li ser çareserkirina hemû kêşe û pirsgirêkan li ser bingeha destûr û yasa hate kirin.

Gotûbêjkirina hemû pirsên siyasî, aborî, yasayî û rewşa niha ya deverê bi giştî, beşeke din a civîna Serok Barzanî û Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî bû.

Serok Barzanî îro bi serdanekê giheşte Bexdayê û bi berpirsên payebilind ên Bexdayê re civiya û hevdîtinên wî berdewam in.

 

Ev nûçe bi tevahî 456 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:19:54