Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Komara Çekê li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Komara Çekê li Iraqê Petr Stepanek kir ku bi boneya bidawîhatina erkê wî serdan kiribû.

3 Tîrmeh 2024 - 15:07
3 Tîrmeh 2024 - 15:07
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Komara Çekê li Iraqê kir

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Balyozê Komara Çek li Iraqê kir ji ber xebatên wî yên ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî û hêviya serkeftinê jî di erkê wî yê bê de xwast.

Balyozê Çekê pêzanînên xwe ji bo hevkarî û hevahengiya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Balyozxaneya welatê xwe nîşan da û xwast ku peywendiyên ligel Herêma Kurdistanê di warên cuda de zêdetir bipêş bikevin.

Ev nûçe bi tevahî 708 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:38:13