Serok Barzanî li Bexdayê bi Serokê Parlamentoya Iraqê bi wekalet re civiya

Serok Mesûd Barzanî îro li Bexdayê bi Serokê Parlamentoya Iraqê bi wekalet Muhsên Mendelawî re civiya.

4 Tîrmeh 2024 - 07:53
4 Tîrmeh 2024 - 07:53
 0
Serok Barzanî li Bexdayê bi Serokê Parlamentoya Iraqê bi wekalet re civiya

Di hevdîtinê de, Serokê Parlamentoya Iraqê bi wekalet rol û pêgeha dîrokî ya Serok Barzanî di proseya siyasî ya Iraqê de bilind nirxand û hêvî xwast ku hebûna Serok Barzanî bibe alîkar ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî tekezî li ser hebûna niyazpakiyeka aliyan kir û pêwîst dît ku diyalog bibe bingeheke cîgir ji bo çareserkirina pirsgirêkan.

Her di vê hevdîtinê de, babeta destnîşankirina Serokê Parlamentoya Iraqê û çend mijarên din ên girêdayî parêzgehên Iraqê jî hat guftûgokirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 439 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:32:28