Tirkiyeyê Qendîl, Metîna, Xakurk û Gare bi dijwarî bombebaran kirin

Balafirên şer ên Tirkiyeyê çend deverên Metîna, Xakurk, Gare û Asosê yên li Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKyê bombebaran kirin.

4 Tîrmeh 2024 - 07:11
4 Tîrmeh 2024 - 07:11
 0
Tirkiyeyê Qendîl, Metîna, Xakurk û Gare bi dijwarî bombebaran kirin

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser bombebaranê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê bi awayekî hemwext herêmên Qendîl, Gare, Xakurk, Metîna û Asosê yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de bombebaran kirine.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de îdia kiriye ku di wan 37 cihên cuda bombebaran kirine.

PKKyê heta niha derbarê mijarê de ti daxuyanî belav nekiriye.

 

Ev nûçe bi tevahî 487 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:53:07