Serok Barzanî ligel Balyozê Brîtanya li Iraqê civiya

Serok Mesûd Barzanî îro yekşemê 7ê Gulana 2023an pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson Richardson kir.

7 Gulan 2023 - 16:25
7 Gulan 2023 - 16:25
 0
Serok Barzanî ligel Balyozê Brîtanya li Iraqê civiya

Di civînê de ku Konsula Giştî ya Brîtanya li Herêma Kurdistanê Rosy Cave amade bû, Serok Barzanî pîrozbahiya xwe arasteyî gelê Brîtanya kir bi boneya wergirtina tacê ji aliyê Şah Charles III.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên di navbera her du hikûmetên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hatin gotûbêjkirin û tekez li ser pêşxistin û başkirina pêwendiyên di navbera her du aliyan de hate kirin.

Di civînê de rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê jî hate guftûgokirin û tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de hate kirin.

Ev nûçe bi tevahî 610 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:22:48