Serok Barzanî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê kir

Di hevdîtinê de berdewamiya gefên terorîstan û pêwîstiya hevahengiya civaka navdewletî ji bo rêgirtina li bihêzbûna terorîstan hat gotûbêjkirin.

17 Adar 2023 - 02:55
17 Adar 2023 - 02:55
 0
Serok Barzanî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê kir

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê kir û di hevdîtinê de berdewamiya gefên terorîstan û pêwîstiya hevahengiya civaka navdewletî ji bo rêgirtina li bihêzbûna terorîstan hat gotûbêjkirin.

Roja Pêncşemê 16ê Adara 2023an li Selaheddîn, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriye General McFarlane kir.

Di hevdîtinê de berdewamiya gefên terorîstan û pêwîstiya hevahengiya civaka navdewletî ji bo rêgirtina li bihêzbûn û gav avêtina terorîstan gotûbêj kirin.

Baregeha Barzanî eşkere kir ku çaksaziyên Wezareta Pêşmerge mijareke din a vê hevdîtinê bû û General McFarlane spasiya hewlên Serok Barzanî yên ji bo serxistina çaksaziyên Wezareta Pêşmerge kir.

Ev nûçe bi tevahî 750 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:50:11