Serok Barzanî pêşwazî li nûnerê serokê Amerîkayê kir

Do li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Brett Mcgurk Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya şerê dijî DAIŞê kir.

14 Îlon 2018 - 02:45
14 Îlon 2018 - 02:45
 0
Serok Barzanî pêşwazî li nûnerê serokê Amerîkayê kir

Li hevdîtinê de ku Balyozê Amerîka li Iraqê Douglas Silliman amade bû, her dû alî di derbarê hewlên dawî yên ji bo damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê û rûniştina 15 ê vê mehê ya Parlemena Iraqê de danûstandinan bîr û ramanan kir.

Her wiha li vê civînê de ronahî xistin li ser proseya hilbijartina Parlemena Kurdistanê û tekez jî li ser hemahengiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê ya li berdewambûna şerê dijî DAIŞê kirin.

Ev nûçe bi tevahî 786 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:28:21