Dexîl: Kursiyê Serokomariyê, mafê Kurdan e!

Wekîla Kurd û Êzîdî ya Parlamentoya Iraqê ya berê Viyan Dexîl got ku kursiyê Serokomariyê, mafê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye.

14 Îlon 2018 - 05:06
14 Îlon 2018 - 05:06
 0
Dexîl: Kursiyê Serokomariyê, mafê Kurdan e!

Dexîl di televîsyonekê de axivî û got ku PDK berê, ji bo berjewendiyên partiyên Kurdan gelekî xebitî û pir fedakarî kirin. Ji ber vê yekê, vê carê kursiyê Serokomariyê, mafê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye.

Dexîl wiha berdewam kir: “Heye ku di demeke nêzîk de Serok Mesûd Barzanî ji bo Serokomariya Iraqê, namzetekî nîşan bide.”

Ev nûçe bi tevahî 1004 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:29:46