Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Federasyona Cengawerên Dêrîn ên Franseyê kir

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke Federasyona Nîştimanî ya Cengawerên Dêrîn ên Franseyê kir ku ji Sekreter Philippe Dularb, Senator Louis Duvernois û General Thenodor Arfara pêk hatibû.

13 Adar 2023 - 09:11
13 Adar 2023 - 09:11
 0
Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Federasyona Cengawerên Dêrîn ên Franseyê kir

Li gorî daxuyaniyeke Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de şanda mêvan pêzanînên xwe ji bo têkoşîn, xebat û qurbanîdana Serok Barzanî, Pêşmerge û gelê Kurdistanê nîşan da û tekezî li ser berdewamiya dostanî, pêwendî û biratiya di navbera gelê Fransa û gelê Kurdistanê de kir.

Her wiha bi mebesta berzgirtina têkoşîna Pêşmerge û berfirekirina pêwendiyên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransa de çendîn bîr û pêşniyar pêşkêş kirin.

Her di wê hevdîtinê de Serok Barzanî dostaniya gelê Kurdistanê û gel û hikûmetên Fransa bi dîrokî û dêrîn binav kir û ji bilî amajedana bi çend mînakên dîrokî û serdanên Serok Hollande û Macron, spasiya gel û dewleta Fransa kir ku hertim piştgir û dosteke mezin a gelê Kurdistanê bûne.

Ev nûçe bi tevahî 565 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:58:45