Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgerê berê yê Musenayê dike

Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgerê berê yê Musenayê dike û pê re danûstandinan li ser rewşa siyasî ya Îraqê û rewşa parêzgehên wê dike.

25 Avrêl 2024 - 13:06
25 Avrêl 2024 - 13:06
 0
Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgerê berê yê Musenayê dike

Serok Mesûd Barzanî îro (Pêncşem, 25.04.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Parêzgerê berê yê Musenayê Ehmed Menfî Cewde kir.

Li dû ragehandina Baregayê Barzanî, her du aliyan di wê hevdîtinê de dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî ya Îraqê û rewşa parêzgehên wê û jîn û jiyara welatiyan li hev guhertin.

Ev nûçe bi tevahî 651 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:54:57