Serok Barzanî peyamek ji bo Şahjina Brîtanyayê Elizabeth belav kir
Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya Şahjin Elizabetha Duyem peyameke hevxemiyê belav kir.

Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşemê 8ê Îlona 2022an, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û got, “Ez ji ber koça dawî ya Şahjin Elizabeth pir xemgîn im. Ez ji dil sersaxiyê ji malbata wê, gel û hikûmeta Keyaniya Yekbûyî re dixwazim.”
Şahjin Elizabeth a Duyem îro Pêncşemê di 96 saliya xwe de koça dawî kir.
Koşka Buckinghamê îro Pêncşemê 8ê Îlona 2022an ragihand ku Şahjin Elizabeth a Duyem di 96 saliya xwe de, piştî 70 salan mayîna wek şahjin koça dawî kir.
Yekser piştî koça dawî ya Şahjina Brîtanyayê Elizabeth a Duyem, kurê wê yê 73 salî Charles bû Şah.
Şahjin Elizabeth di dîroka Keyaniya Brîtanyayê de dema herî dirêj xizmet kir, ev demek e tenduristiya wê ne baş bû.
Nûvekirina herî dawî: 03:37:03