Serok Barzanî sersaxî li malbata Mustafa Beg Jaf kir
Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya Xatûn Îqbal Kerîm Beg Jaf, peyameke sersaxiyê arasteyî malbata Mustafa Beg Jaf kir.
Serok Mesûd Barzanî doh 29ê Berçileyê, ji ber koça dawî ya Xatûn Îqbal Kerîm Beg Jaf (xwişka xwedêjêrazî Mustafa Beg Jaf) peyameke sersaxiyê belav kir û tê de got: "Bi mixabineyeke mezin nûçeya koça dawî ya Xatûn Îqbal Kerîm Beg Jaf, xwişka xwedêjêrazî Mustafa Beg Jaf gihîşt me. "
Serok Barzanî herwiha got: "Em sersaxî û hevxemiya xwe arasteyî we, malbata Begzadeyên Jaf, xizm û dostên we dikim û em hevparên xema we ne. Ji Xwedayê Mezin daxwaz dikin ku ruhê xwedêjêrazî bi bihuşta berîn şad bike û sebir û aramiyê bide her kesî."
Nûvekirina herî dawî: 13:02:57