Yekitî baş e, yekitî ferze û yekitî derman e

Ez dizanim, dema ku pir û zêde behsa tiştekî bê kirin, ew ji team dikeve. Dikare hêjahiya xwe wenda bike an rûmeta wê kêm bibe.
Lê hin tişt jî hene ku divê bi şev û roj, di hemî qadên jiyanê de, bê gotin û nivîsên. Pêwîste ku rewşenbîr wê bi siyasetmedar û civatê bide qebûlkirinê.
Ji ber vê ye ku divê mirov tiştan tevlî hev neke. Mesela yekitiya gelê Kurd ji dema Ehmedê Xanî û melayê Cizîrî bigire heta roja îro hatiye. Lê mixabin, siyasetmedarên Kurd, mezinên xwe guhdarî nekirine. Ew daxwaza wan pêk neanî ne.
Ji ber vê ye ku mezinê xwe neguhdarî kirin di nava kurdan de bûye weke adet û çandakê. Îro jî gelek mezin û rêberên me her çiqasî kêm jî bin, dîsa jî tim meseleya yekrêzî û yekitiya partiyên siyasî ji rojevê ne xistine.
Ez û em dizanin ku yekitiya nava mala Kurd û partiyên siyasî çiqasî dereng bikeve miletê me wenda dike. Ziman û adetên me têk diharin. Hêvî û bawerî dişkên. Şelav, nezan û berjewendîperest derdikeve pêş û dibin desthilat.
Yekitiyek ji yekitiyên baş û bi bandor ya sala 1979an de ya bi navê UDG (Ulusal Demokratîk guçbirligî) Hêza neteweyî ya demokratîk bû ku tirs û xofek mezin xistibû nava dilê dagir-kerên me. Lê, ji ber ku wê demê tevgerên me yên heyî bêtirên wan îdeolojîk û di warê siyasî de hê zarok bûn, ew yekitî neçû serî.
Destên tarî ketin nava me. Fikir û ramanên îdeolojîk bêtir kete pêş û ya herî xerab hatina hukmê lêşkerî ya sala 1980 de ku bi ser me de hatibû. Em ji hev tarûmar kirin. Ji ber bê tecrubeyiya me ya siyasî, nezaniya dîroka xwe, me piranî welat di nava êgir de hişt û reviyan. Lê hê jî em li welêt venegeriyanin.
Piştî salên 1980ê û heta roja îro meseleya yekitî, hevrêzî û bi hevre karkirinê berdewam e. Berdewam e, Me hê tu netîce jê negirtine. Lê ya girîng. ev tu caran ne sekiniye, car carna partiyên me yên Kurdistanî hatinin ba hev, lê ew jî ji ber hin sedemên berjewendiyên biçûk neçûne serî. Lê dîsa jî hewldana yekitiyan ranewestiyayî.
Min û gelek canik ê camêran, me her nivîsî ne û gotine, yekitî û yekitî.
Hûn bawer bikin ku hingî lepên tarî di nava me de hene ku ji bona yekitiya nava mala gel pêk neyê, ew ji me bêtir kar dikin. Evana ne tenê dagir-kerin, ji wan bêtir em bi xwe ne. Ji ber ku em jî ne xwedî hêzeke girseyî û xurt in. Ji ber ku gelek serok û rêberên partiyên Kurdistanî jî hene ku weke nanê ser silê ne. Ha li wî alî û ha li vi alî teqla davêjin, da ku çend kurtîl an meqamekî bi dest bixin.
Em vana hemî li alîkî bihêlin. Em vegerin kêşeya nava xwe ya ku çima em nikarin yektiyekê bi hevre li ser xeta neteweyî pêk bînin. Yekem gav divê em vê fêr bibin ku em ê nikaribin bi yek carê yekitiya hemî partî û rêxistinên Kurdistanî pêk bînin. Ji xwe ev ne normal û pêkan e jî. Ya normal ew e ku dudo an sê rêxistinên me bi hevre bidin û bistînin. Bi hizreke neteweyî û tawîzkar li ser xeta neteweyî dikarin bêne ba hev û yekitiyekê ava bikin, piştî avakirinê jî karên baş bikin. Baweriyê bidin kes û kesayetiyan, xwedî li rewşenbîr û nivîskarên xwe bi awayekî gelemperî derkevin, wê roj bi roj mezin bibin.
Loma jî ez girîng dibînim ku ev ji PWKû HAK-PARê de bê destpêkirin û yekitiya xwe damezrînin. Çima hûn dizanin?
Di nava HAK-PARê de û di nava PWK de gelek zana. jîr û jêhatiyên ji pêvajoya PDKT-KUKê tên, hene. Loma li hevkirin û bi hevre karkirina wan di nava yek partiyê de hêsantir e. Ew canik û camêrana hevdu baş nas dikin, bi hev bawerin, dikarin bi rehetî pişta xwe bidin hev. Li gor min ev şanseke baş e. Ya din hê di dema UDG de kesên ev bi hevre damezrandibûn jî niha di nava HAK-PAR û PWK de hê li jiyanê ne û hene. Ev jî şanseke dudan e. Şansa sisiyan jî ew e ku di damezrandina HAK-PARê de amadebûn û bi hevre kar kirin hê jî gelek kesên ku niha ji wan di nava PWK de hene, ev jî dibe şansa sisiyan. Yanî şanseke xurt heye ku HAK-PAR û PWK bibin yek û rehet e.
Di warê fikir û ramanan de jî HAK-PAR û PWK pir nêzîkî hev in. Gelek ji endamên herdu partiyan demekê bi hevre di nava karê siyasîde bûn. Vana rehetiyê dide ku herdu partî bibin yek.
Di yekitiyek weha de em hemî û gelê me bi hevre qezenc dikin. Piştî vê jî divê kar bê kirin ku hemî kes û kesayetiyên Kurdistanî, partî û rêxistinên Kurdistanî jî bikin endam û rêvebirên vê yekitiyê.
Li gor min ji bilî vê tu rêyeke din ji bona azadî û ji vê tevliheviya niha heye, xelasbûn tuneye. Loma bangî serok û rêvebirên van herdu partiyên Kurdistanî dikim ku di dîroka miletê Kurd ya dûr û dirêj de, hûn vê daxwaza me û ya gel pêk bînin. Em li bakurê Kurdistanê rûpelekî nû vekin. Bi hevre dest bavêjin xebatê da ku em bi hevre projeya tunebûna kurdan, têk bibin. Wekî din tu şansa me tune ye. Heger ev pêk neyê li bakurê Kurdistanê Kurd diqedin.
Êdî ciwanên me jî vê dibînin, loma divê ew jî vala nesekinin. Jin û Ciwanên herdu partiyan divê bi hevre têkevin nava têkiliyên ji bona yekitiyek asasê wê saxlem pêk bê.
Dixwazim nivîsa xwe bi gotina kurê xwe Dawidê tim bi min re ye û hêdî hêdî fêrî siyaseta Kurdistanî dibe, biqedînim.
“Bavo ez tim bi te re û li gel te beşdarî, civîn û konferansan dibin. Tim jî salmezin û por sipî bi tenê ne. Heger hûn jî heta çend salekî din bimrin, wê kî vî barî hilgirin? Çima ciwan tune ne? Ma her bavekî bedelên mezin dane, nikarin weke te zarokekî xwe bikin endamê partiya xwe da ku piştî we, em doza azadiya kurdistanê bidomînin.”
Bûbê Eser
Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
Nûvekirina herî dawî: 12:44:47




































































































































































