Serok Barzanî: Tenê daxuyaniya Berdevkê PDKê siyaseta me ya fermî nîşan dide
Serok Mesûd Barzanî peyamek li ser hinek daxuyaniyan belav kir.

Serok Mesûd Barzanî peyamek li ser hinek daxuyaniyan belav kir, ku di ragihandin û torên civakî de hinek daxuyanî û nêrîn weke helwest û nêrîna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatine dîtin.
Serok Barzanî ragihand ku tenê daxuyaniya Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) siyaset û helwesta fermî ya PDKê nîşan dide.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê bexşende û mîhreban
Di dema borî de di ragihandin û torên civakî de hinek daxuyanî û nêrîn hatine belavkirin, ku gelek caran weke helwest û nêrîna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatine dîtin.
Em li vir ji her kesî re radigihînin ku her cûre daxuyanî û nêrîn, li jêr her nav û nîşanek be, bi siyaseta PDKê ve girêdayî nîne û weke nêrîna fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) neyê hejmartin.
Tenê daxuyaniya Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) siyaset û helwesta fermî ya PDKê nîşan dide.
Mesûd Barzanî
11ê Çileya 2022yan
Nûvekirina herî dawî: 20:41:00