Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn

Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn û dawî rûdanên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.

2 Sibat 2026 - 12:20
2 Sibat 2026 - 12:20
 0
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn

Bargeha Serok Barzanî ragihand ku Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî duh pêwendiyeke telefonî pêk anîn.

Baregeha Serok Mesûd Barzanî daxuyaniyek derbarê naveroka pêwendiya telefonî ya di navbera Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî de belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di wê pêwendiya telefonî de behsa rûdanên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û pêngavên bicihkirina peymana di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de hatiye kirin.

Her wiha her du aliyan tekezî li ser çareserkirina kêşe û aloziyan bi rêya diyalogê û pêkhatina aştî û aramiyê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kir.

 

Ev nûçe bi tevahî 56 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:59:25