Serok Barzanî û Şah Ebdullah hevdîtin kirin

Şah Ebdullahê Duyem, Şahê Urdinê li Emman a paytexta wî welatî pêşwazî li serok Mesûd Barzanî kir û di civînê de herdu aliyan çend mijar gotûbêj kirin.

28 Çile 2019 - 03:30
28 Çile 2019 - 03:30
 0
Serok Barzanî û Şah Ebdullah hevdîtin kirin

Dîwana Şahane ya Urdinê ragihandiye, Şah Ebdullahê Duyem pêşwazî li Serokê Berê yê Herêma Kurdistana Iraqê û Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê, Mesûd Barzanî kiriye.

Dîwana Şahane ya Urdinê herwiha belav kiriye, ku Şah Ebdullah û Barzanî di hevdîtinekê de li Emmanê, li ser çend mijaran gotûbêj kirine, lê amaje bi wan mijaran nekiriye.

Êvara îro yekşembiyê li ser vexwandina fermî ya Şah Ebdullahê Duyem, Şahê Urdinê, serok Barzanî tevî şandekê bi rêya Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê gihîşte Emman a paytexta Urdinê.

Serok Barzanî li balafirxaneya Emmanê ji aliyê birayê Şahê Urdinê, Emîr Feysel ve bi germî hatibû pêşwazîkirin.

Ev nûçe bi tevahî 916 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:47:54