Serokê Koreya Başûr serokwezîrê Kurdistanê re nameyekê dişîne

Konsulê Koreya Başûr yê Herêma Kurdistanê serdana serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî kir û nameyeke serokê Koreya Başûr bi serokwezîrê Kurdistanê gihand

13 Îlon 2017 - 06:46
13 Îlon 2017 - 06:46
 0
Serokê Koreya Başûr serokwezîrê Kurdistanê re nameyekê dişîne

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 11.09.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Park Yung kosulê Koreya Başûr yê Herêma Kurdistanê kir û di civênekê de konsulê Koreya Başûr nameyeke serokê hilbijartiê welatê xwe bi Nêçîrvan Barzanî gihand ku tê behsa xurtkirin û berbipêşvebirina têkeliyên navbera Hewlêr û Seul dike.

Şandeya mêvan behsa çend pirojeyên Komeleya Koyka ya Koreya Başûr ku li Herêma Kurdistanê di warê elektirîkê de encame didin kir û berheviya welatê xwe jî nîşan da ku di warê pêşxistina teknolojiyayê û sektora giştî li Herêma Kurdistanê kir.
Li gor şandeya mêvan, meha bê şareza û pisporên Koreya Başûr navendeke meşiq û rahînanê ji bo kadiroyên hikûmeta Kurdistanê vedikin.

Serokwezîr sipasiya nameya serokê hilbijartiyê Koreya Başûr û hevkarîkirina Herêma Kurdistanê di waraên cuda de kir û tekîd li ser xurtkirina têkeliyên navbera her du aliyan de kir.

Serokwezîr daxwaz ji konsulê Koreyê kir ku sermayedar û kompaniyên welatê xwe teşwîq bike ku li Herêma Kudistanê di warên cuda da û bi taybetî di warê bielektronîkirina saziyên hikûmeta Kurdistanê bide.

Ev nûçe bi tevahî 2371 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:37:09