Naqosên şerê Pakistan û Efxanistanê lê dixin, bi sedan kuştî û birîndar hene

Di navbera Pakistan û Efxanistanê de şerekî dijwar dest pê kir.

27 Sibat 2026 - 12:08
27 Sibat 2026 - 12:08
 0
Naqosên şerê Pakistan û Efxanistanê lê dixin, bi sedan kuştî û birîndar hene

Li ser sînorê hevpar ê ku wekî Xeta Durandê tê naskirin êrişên dijwar çêdibin.

Wezîrê Parastinê yê Pakistanê ragihand ku di navbera wan de "şerekî eşkere" heye.

Wezîrê Agahdariyê yê Pakistanê Etaulah Tarar bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyanî da û behsa ziyanên canî yên aliyê Efxanistanê kir.

Tarar got ku di operasyonan de ji aliyê Efxanistanê 133 kes hatine kuştin.

Her wiha destnîşan kir ku zêdetirî 200 kesan jî birîndar bûne.

Tarar diyar kir ku li Kabul, Paktia û Kandaharê li hinek hedefan hatiye xistin û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Li gorî îdiayê Tarar, 27 çeper hatine îmhakirin û 9 xal jî hatine kontrolkirin.

Wezîrê Pakistanî da zanîn ku biryargeh jî di nav de gelek çeper, zêdetirî 80 wesayîtan û gelek çek hatine îmhakirin.

"Êdî di navbera me de şerekî eşkere heye"

Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Khavaja Mihemed Asif jî li ser Xê peyamek belav kir û got:

"Piştî vekişîna hêzên NATOyê dihat payîn ku li Efxanistanê aştî pêk were û Taliban li ser berjewendiyên gelê Efxan û aştiya herêmê hûr bibe.

Lê belê Talibanê, Efxanistan kir koloniya Hindistanê."

Asif diyar kir ku Pakistanê ji bo rewşê "asayî bihêle" dîplomasî meşandiye lê êdî "sebra wan qediyaye."

Wezîrê Parastinê got, "Êdî di navbera me de şerekî eşkere heye."

Wezîrê Karên Navxwe yê Pakistanê Muhsîn Nakvî jî êrişên Efxanistanê şermezar kirin.

Taliban: Me 55 leşkerên Pakistanê kuştin

Li gorî nûçeya Tolo Newsê, Alîkarê Berdevkê Birêvebiriya Efxanistanê Hemdulah Fitret li ser operasyonên bersivdayînê axiviye.

Fitret îdia kiriye ku 55 leşkerên Pakistanê hatine kuştin.

Wî diyar kir ku termên 23 leşkeran û gelek çek ketine destê wan.

Fitret her wiha îdia kir ku biryargeheke artêşa Pakistanê û 19 xalên kontrolê hatine bidestxistin.

Berdevkê Birêvebiriya Efxanistanê Zabihulah Mucahîd jî ragihandibû ku li ser Xeta Durandê li dijî tesisên leşkerî yên Pakistanê operasyonên berfireh dest pê kiriye.

Wezîrê Agahdariyê yê Pakistanê Etaulah Tarar jî gotibû ku ew dê bersivê bidin Efxanistanê.

Li Kabulê teqînên mezin

Li aliyê din hat diyarkirin ku li Kabula paytexta Efxanistanê gelek teqînên mezin çêbûne.

Teqînan li gorî dema Kurdistanê derdora demjimêr 01:00ê li navenda bajêr rû daye.

Li ser medyaya civakî ya Efxan hat îdiakirin ku balafirên şer ên Pakistanê bombebaran kirine lê Îslamabadê bi awayekî fermî ev yek piştrast nekir.

Televîzyona Dewletê ya Pakistanê PTV Newsê ragihand ku artêşê li Kabul, Kandahar û Paktiayê hinek tesisên leşkerî îmha kirine.

Çavkaniyên ewlehiyê da zanîn ku di êrişên asmanî yên li Kandaharê de depoyeke cebilxaneyê û baregeheke lojîstîk hatine rûxandin.

 

Ev nûçe bi tevahî 81 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:38:35