YNK, dest bi kampaniya 'ERÊ' kir...

Li gor zanyariyan medya YNKê jibo referandûma Serxwebûna Kurdistanê ku 25 îlonê de tê çêkirin Kampaniya erê daye destpêkirin.

13 Îlon 2017 - 05:27
13 Îlon 2017 - 05:27
 0
YNK, dest bi kampaniya 'ERÊ' kir...

Rojnameya YNKê ya fermî Kurdistana Nû ku rojane derdikeve di hejmara îro roja çarşema 13ê îlona 2017an de mijara ji giştpirsiyê re belê di rûpela pêşiyê de kiriye nûçeya sereke.

Di nûçeya serî ya Kurdistana Nû de hatiye nivîsandin “Li Iraqê 97 sal in hêviyên me têne tunekirin.”

Endamê Polîtburoya YNKê Erselan Bayiz şeva duşema 11ê îlonê beşdarî bernameya “Rûdawa Îro” ya televîzyona Rûdawê bû û got ew wek partî dê ji bo piştgiriya referandumê dest bi kampanyaya “Belê” bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh sêşemê 12ê Îlona 2017ê ligel pêkhateyên Kerkûkê civîneke berfireh pêk anî. Di civîna Barzanî ya ligel pêkhateyan de Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî û Endamê Polîtburoya YNKê û Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm jî amade bûn. Herwiha çend fermandeyên Hêzên Pêşmerge jî beşdarî heman civînê bûn.

Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartin û Giştpirsiyê dema bangeşeya giştpirsiyê ji 5ê îlonê heta 23yê îlonê destnîşan kiriye.

Ev nûçe bi tevahî 1626 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:06:52