Serok Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li malbata xwedêjêrazî Yasîn Berwarî dike

Serokê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî, roja çarşemê 29.06.2022ê, telefona birêz Taha Berwarî kir û ji ber koçadawiyê ya birayê wî, xwedêjêrazî Yasîn Berwarî kadroyê diyar û kargêrê liqê 7 yê Partiya Demokrata Kurdistanê li Amerîkayê, sersaxiyê ji wî û ji malbata wî ya têkoşer ra xwest.

1 Tîrmeh 2022 - 05:59
1 Tîrmeh 2022 - 05:59
 0
Serok Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li malbata xwedêjêrazî Yasîn Berwarî dike

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 29.06.2022ê, telefona birêz Taha Berwarî kir û ji ber koçadawiyê ya birayê wî, xwedêjêrazî Yasîn Berwarî kadroyê diyar û kargêrê liqê 7 yê Partiya Demokrata Kurdistanê li Amerîkayê, sersaxiyê ji wî û ji malbata wî ya têkoşer ra xwest.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê, hevsozî û hevxemiya xwe nîşan da û hêvî xwest ku Xwedayê mezin canê xwedêjêrazî bi dilovanî û mîhrebaniya xwe şad bike û sebr û hedarê bi malbat û hemû kesûkarên wan bibexşe.

Taha Berwarî, ji aliyê xwe ve, bi navê xwe û bi navê malbata xwe ji bo wê peywendiya telefonî û nîşandana hevsozî û hevxemiyê, spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir.

Ev nûçe bi tevahî 647 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:18:20