Serokê Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê Sînan Aygul serbest hat berdan

Rojnamevan Sînan Aygul ku ji ber nûçeya îstîsmara zayendî ya li dijî zarokeke li navçeya Tetwan a Bedlîsê hatibû desteserkirin, serbest hat berdan.

23 Berfanbar 2022 - 06:53
23 Berfanbar 2022 - 06:53
 0
Serokê Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê Sînan Aygul serbest hat berdan

Serokê Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê Aygul di 14ê berfenbarê de ji ber nûçeya "îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan" hatibû girtin.

Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) ragihand ku Aygul hatiye berdan.

Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê di derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:

“Ji bo parvekirina îdiaya îstismara zarokan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, rojnamevan Sînan Aygul ku di 14ê Berfenberê de bi hinceta Qanûna Dezenformasyonê (TCK 217/A) hatibû girtin, hat berdan.”

Ev nûçe bi tevahî 725 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:40:01