Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamekê sersaxî da malbata Elî Qazî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di peyamekeê de sersaxî ji malbata Elî Qazî xwest.

10 Tîrmeh 2022 - 12:19
10 Tîrmeh 2022 - 12:19
 0
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî  peyamekê  sersaxî da malbata Elî Qazî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di peyamekeê de sersaxî ji malbata Elî Qazî xwest.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ku arasteyî malabata Pêşewa Qazî Mihemed kiriye dibêje: “Koça dawiyê û jidestdana xwedêjêrazî Elî Qazî, kur û şûnwarê Pêşewa Qazî, em gelek xemgîn kirin. Ji kûrahiya dilê xwe ji bo we û teveya kesûkar û hevalên xwedêjêrazî û ji gelê kurd re bi giştî seraxiyê dixwazim. Hevsoz û hevxemê we me.

Ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku aramî, sebir û hedarê bi hemûyan bibexşe û canê xwedêjêrazî Elî Qazî bi dilovanî û mîhrebaniya xwe şad bike. Rihê wî şad be.”

Ev nûçe bi tevahî 730 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:37:56