Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Dewletê yê Siûdiyê bo Karûbarên Kendavê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Dewletê yê Erebistana Siûdî yê ji bo Karûbarên Kendavê Samir Sebhan tekezî li ser pêşvebirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdî kirin.

13 Hezîran 2019 - 05:30
13 Hezîran 2019 - 05:30
 0
Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Dewletê yê Siûdiyê bo Karûbarên Kendavê civiyan

Vê êvarê 12ê Hezîrana 2019an Nêçîrvan Barzanî û Samir Sebhan civiyan, ku ji bo beşdariya merasîma sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê serdana Hewlêrê kiribû.

Li gor daxuyaniya civînê, di hevdîtinê de Samir Sebhan kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê û beşdarbûna di merasîma sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê de nîşan daye û hêviya serkeftinê li ser kar û erkê nû xwestıye.

Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya hatin û beşdariya Wezîrê Dewletê yê Erebistana Siûdî yê ji bo Karûbarên Kendavê di merasîma sondxwarinê de kir û amaje bi peywendiyên dêrîn ên navbera Herêma Kurdistanê û Şanişîniya Erebistana Siûdî kir.

Di beşeke din a hevdîtinê de herdu aliyan tekezî li pêşvebirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdî di warên cuda cuda de kirin bi awayekî ku di berjewendiya herdu gelên Kurdistan û Siûdiyê de bin.

Ev nûçe bi tevahî 1033 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:01:26