Serokê HUDA PARê li dijî berdana Demîrtaş derket

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu got, "Di nava civakê de kesên ku daxwaza berdana Selahattîn Demîrtaş dikin hene, lê eger ew were berdan, dê hesta edaletê ya beşeke mezin a civakê zererê bibîne."

5 Mijdar 2025 - 10:16
5 Mijdar 2025 - 10:16
 0
Serokê HUDA PARê li dijî berdana Demîrtaş derket

Zekeriya Yapicioglu di weşana Ekol TVyê de ji Nagihan Alçiyê re axivî û helwesta partiya xwe ya li ser rojeva germ a berdana Demîrtaş anî ziman.

Yapicioglu diyar kir ku ew pirsgirêkê wekî "pirsgirêka Kurdan" bi nav nakin û got:

"Em tercîh nakin ku wê wekî pirsgirêka Kurdan bi nav bikin. Dema mirov dibêje pirsgirêka Kurdan, têgihiştineke wisa çêdibe ku qey Kurd bi xwe pirsgirêk in.

Li welêt meseleyeke Kurdan heye. Her wiha pirsgirêka welêt a tundî û terorê jî heye. Divê mirov van her duyan tevlîhev neke. Her du jî ji hev cuda û serbixwe ne."

"Berdana gengaz a Demîrtaş”

Serokê HUDA PARê, bersiva pirsa "Berdana gengaz a Selahattîn Demîrtaş dê çi hestê li cem we çêbike?" wiha da:

"Vê dawiyê Serokê Komîsyonê Birêz Kurtulmuş Amed ziyaret kiribû. Ez jî di wê serdanê de bûm.

Gelek hevalên me yên parlamenter ên endamên Komîsyonê hebûn. Roja înê bû dema em çûn Amedê. Piştî nimêja înê em li ber Mizgefta Mezin rûniştin.

Li wir yekî ji welatiyan got ku ji bo pêvajo bi awayekî erênî bimeşe û gel pê bawer bibe, divê Selahattîn Demîrtaş were berdan.

Di nava civakê de yekî din got 'Gelo dê çi bi Yasin Boru were?' û bertek nîşan da.

Di nava civakê de kesên ku daxwaza berdana Selahattîn Demîrtaş dikin hene, her wiha eger were berdan, piştî bûyerên biêş, dê beşek jî hebe ku hesta wan a edaletê dê bi awayekî zererê bibîne."

 

Ev nûçe bi tevahî 47 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:22:37