Nêçîrvan Barzanî Reşad Mîran pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Prof. Dr. Reşad Mîranê ku Xelata Puşkin wergirtiye pîroz kir.

5 Mijdar 2025 - 10:14
5 Mijdar 2025 - 10:14
 0
Nêçîrvan Barzanî Reşad Mîran pîroz kir

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di merasîmeke taybet a li Kremlînê de Madalyaya Puşkin da zana û kesayetiyê navdar ê Kurd Profesor Reşad Mîran.

Prof. Dr. Reşad Mîran bû yekem Kurdê ku ev xelat stand û di gotara xwe de ji Serokê Rûsyayê xwest ku zêdetir alîkariya Kurdan bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir û got:

“Em Prof. Dr. Reşad Mîran bi germî pîroz dikim ji bo wergirtina Xelata Dewleta Rûsyayê (Puşkin) ku doh di merasimeke taybet de û di bîranîna Roja Yekîtiya Neteweyî ya Rûsyayê de li Koşka Kremlînê ji aliyê Serokê Rûsyaya Federal Birêz Vladimir Putin ve pê hat bexşîn.

Kar û keda Prof. Dr. Reşad Mîran wekî pisporê civaknasiya Kurdî û zanayekî etnograf di bipêşxistina pêwendiyên Rûsyayê yên bi Kurdan re, bi taybetî jî bipêşxistina pêwendiyên di warên çand, ziman, wêje û dîrokê de, cihê destxweşî û qedirdayînê ye. Hêviya berdewamî û serkeftinê jê re dixwazim.”

Reşad Mîran xelat stand

Di Cejna Roja Yekîtiya Neteweyî ya Rûsyayê de li Koşka Kremlînê merasîma dayîna xelata dewletê ya Federasyona Rûsyayê hat lidarxistin.

Ev xelat, ku bi navê helbestvanê mezin ê Rûs Aleksander Puşkin hatiye binavkirin, ji sala 1999an ve ji bo wan kesayetiyên ku di warên çand, huner û zanistên mirovî de beşdariyeke bibandor di lêkolîn, parastin û belavkirina çanda Rûsyayê de kirine tê pêşkêşkirin.

"Pêwendiyên dûr û dirêj ên Kurdistan û Rûsyayê"

Profesor Reşad Mîranê ku pisporê civaknasiyê ye û roleke wî ya berbiçav di tevgera siyasî ya Kurdistanê de hebûye, di gotara xwe de amaje bi pêwendiyên "dûr û dirêj û bihêz" ên Kurdistan û Rûsyayê kir û got ku ew wekî etnografekî her tim piştgir û alîkar bûye.

Etnografî şaxeke zanista mirovnasiyê ye û li ser çandan lêkolînan dike.

Dr. Reşad Mîran li ser navê xwe û hevkarên xwe yên Kurd ji Serokê Rûsyayê xwest ku ji bo bidestxistina amûrên bi zimanê Rûsî zêdetir alîkariya wan bike.

Mîran di axaftina xwe de anî ziman:

“Cenabê Serok, rêzdar Vladimir Putin!

Ez pir şa me ku îro di vê civîna bêhempa de beşdar im.

Ez pir kêfxweş im ku min ev xelata we ya taybet wergirt.

Ez pê serbilind im ku hewldan û keda min wekî zanyarekî etnograf li Federasyona Rûsyayê bilind hatiye nirxandin.

Di navbera Kurdistan û Federasyona Rûsyayê de pêwendiyên dûr û dirêj û qayîm hene.

Min ji aliyê xwe ve her tim piştgirî daye van pêwendiyan û ji bo xurtkirina dostaniya her du aliyan xebitîme.

Ez hêvîdar im ku pêwendiyên me bi nûnerên Konsulxaneya Rûsyayê re wekî berê berdewam bin û ez jî karibim bi lêkolînên xwe yên dîrokî û etnografî sûdbexş bim.

Ez dixwazim li ser navê xwe û li ser navê hevkarên min ên Rûsîzan daxwazekê pêşkêşî we bikim.

Em dixwazin hîn zêdetir pirtûk, kovar û rojnameyên bi zimanê Rûsî, bi taybetî jî yên derbarê Kurdan û çanda Kurdan bigihêjin destê me.

Em dixwazin ku pêwendiya me bi zimanê Rûsî re qut nebe.

Careke din ji dil spasiya we dikim.”

Reşad Mîran di dawiyê de bi zimanên Rûsî û Kurdî spasiya Vladimir Putin kir.

Prof. Dr. Reşad Mîran di rêxistinên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de di salên 1970yî de çalak bû û yek ji wan kesan bû ku li gel şehîd Leyla Qasim û hevalên wê hatibû girtin.

 

Ev nûçe bi tevahî 15 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:16:41