Serokê HUDA PARê ji bo Abdullah Ocalan pêşniyarek kir
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu pêşniyar kir ku ne hewce ye endamên Komisyonê herin Îmraliyê û dikarin bi rêya Sîstema Înformatîk a Deng û Dîmenan (SEGBÎS) li Abdullah Ocalan guhdarî bikin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di Medyascope TVyê de bersiv da pirsên rojnameger Ruşen Çakir ên derbarê rojevê.
Yapicioglu pêşniyara xwe ya "Abdullah Ocalan dikare bêyî ziyareta Îmraliyê bi SEGBÎSê bê guhdarîkirin" ducare kir û diyar kir ku ew ji bo gerîlayên ku çekan deynin amadehiya pêşnûmayasayekê dikin.
Yapicioglu helwesta partiya xwe ya ji bo mijara ku Komîsyon here cem Abdullah Ocalan wiha eşkere kir:
“Li gorî me ev ne serdaneke pir pêwîst e lê em ne wekî hinek partiyên din ên endamên Komîsyonê ne ku bibêjin ‘Eger ev serdan pêk were em dê Komîsyonê terk bikin.’
Di dawiyê de Komîsyon dê li ser vê yekê biryarê bide.”
"Niyet cuda ne lê di dawiyê de li ser xalekê digihîjin hev"
Zekeriya Yapicioglu nerîna Qendîl û DEM Partiyê jî wiha nirxand:
"Aliyê Qendîl û DEM Partiyê hewl dide vê yekê bibêje: Bi rastî tiştê ku em niha gotûbêj dikin ne tenê pêvajoya bêçekbûnê ye. Di heman demê de divê em li ser wê yekê jî gotûbêj bikin bê ma çareseriya pirsgirêka Kurdan divê çawa be û di vê mijarê de jî kesê ku dê pê re bê axaftin Abdullah Ocalan e.
Yanî bi gotineke din, bi mebesta ku vê yekê wekî pêvajoyeke mizakereyê û Abdullah Ocalan jî wekî sermizakerevan bi nav bikin, bi israr li ser vê yekê radiwestin.
Niyet cuda ne lê di dawiyê de li ser xalekê digihîjin hev: Divê ev hevdîtin pêk were.
Em jî dibêjin ku ev pirsgirêk e, derbaskirina wê mumkin e. Bêyî ku serdana Îmraliyê bê kirin, Abdullah Ocalan dikare bi SEGBÎSê bê guhdarîkirin.
Wê demê dibe ku hemû Komîsyon tiştê ku wî gotiye rasterast ji devê wî bibihîze. Heta dibe ku pirsên hinekan hebin. Ew pirs jî dikarin bên kirin. Yanî bi ya min derbaskirina van tiştan mumkin e.”
“Divê fesixkirina rêxistinê û pirsgirêka Kurdan tevlîhevkirin”
Yapicioglu derbarê nîgeraniyên xwe yên li ser biserneketina pêvajoyê jî got:
“Yek ji astengên li pêşiya serkeftinê ew e ku fesixkirina rêxistinê û pêvajoya bêçekbûnê û bê divê çi hukim ji bo endamên rêxistinê yên ku çekan deynin bên bicihanîn, bi pirsgirêka Kurdan a ku hîn rêxistin tunebû û zêdeyî 100 salî ye tê hîskirin û di pêvajoyê de pêlên cuda jiyaye, bi hev re tên tevlihevkirin.
Divê her du bi xetên teqez ji hev bên veqetandin.
Eger ev bi hev re bên tevlîhevkirin, yek yekê asteng bike, wekî asteng li pêşiya ya din bisekine yan jî wekî şert bê pêşniyarkirin, dê pêvajoyê jehrî bike û dibe ku têk bibe.”
Nûvekirina herî dawî: 13:38:46