Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokkomarê Tirkiyeyê re civiya

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Qesra Dolmabahçeyê ya li Stenbolê, bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

9 Gulan 2026 - 15:48
9 Gulan 2026 - 15:48
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokkomarê Tirkiyeyê re civiya

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 9ê Gulana 2026an li Qesra "Dolmabahçeyê" ya li bajarê Stenbolê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiya. 

Di civînê de, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê, her wiha rewşa giştî ya Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro serê sibehê bi serdaneke fermî gihîştibû bajarê Stenbolê û biryar e ku bi wezîrên derve, berevanî, enerjiyê û hejmarek ji berpirsên din ên pilebilind ên Tirkiyeyê re jî bicive.

 

Ev nûçe bi tevahî 47 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:58:13