Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Dihokê kevirê bingehîn ê du parkan datîne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Hezîranê li Dihokê kevirê bingehîn ê her parkan Aloke û Serhildan (Berûşkê) datîne.

3 Hezîran 2024 - 06:54
3 Hezîran 2024 - 06:54
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Dihokê kevirê bingehîn ê du parkan datîne

Di heyama çar salên borî de, zêdetir ji 959 projeyên mezin û biçûk li parêzgeha Dihokê bi bihayê zêdetir ji 1 trîlyon û 81 milyar dînar hatine cîbicîkirin.

Ji wan 959 projeyan, 485 proje ketine xizmeta welatiyan û xebatên 423 projeyên din jî berdewam dikin. Hevdem, erêkirina cîbicîkirina 51 projeyên din ên xizmetguzariyê li parêzgarê Dihokê hatiye dayîn.

Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Tatar pêştir  gotibû, “Di dema borî de, me gelek proje li gundan cîbicî kirine û me xwast zêdetir giringiyê bi wan bidin. Projeyên ku hatine cîbicîkirin di warê rê, kanalîzasyon, elektrîk û gelek warên din de.”

Ev nûçe bi tevahî 1017 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:02:40