Serokwezîr Mesrûr Barzanî nêzîkî 15 milyar dînar ji bo parêzgeha Silêmaniyê xerc dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nêzîkî 15 milyar dînar ji bo parêzgeha Silêmaniyê xerc dike.

17 Avrêl 2023 - 09:54
17 Avrêl 2023 - 09:54
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî nêzîkî 15 milyar dînar ji bo parêzgeha Silêmaniyê xerc dike

Fermangeha Medya û Zanyariyan a Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17ê Nîsana 2023an razemendî li ser xerckirina 14 milyar û 975 milyon dînaran ji bo parêzgeha Silêmaniyê pesend kiriye.

Ev pere dê ji bo veguheztin û berhevkirina çopê li sînorê Şaredariya Silêmaniyê were xerckirin.

Xerckirina vê birê pereyan, beşeke ji giringîpêdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê ye bi berçavgirtina berjewendiya giştî li parêzgehan û îdareyên xweser ên Herêma Kurdistanê.

Ew birê pereyan dê ji bo bûdceya Şaredariya Silêmaniyê di heyama kêmtir salekê de were xerckirin.

Ev nûçe bi tevahî 591 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:08:59