Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Taylandê li Urdin û Iraqê kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 28ê Tebaxê pêşwazî li Balyozê Şanişîna Taylandê li Urdin û Iraqê Supark Prongsura kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir, di hevdîtinê de pêşxistina peywendiyên dualî bi taybetî di warên bazirganî, çandinî û geştiyariyê de hatin gotûbêjkirin.
Balyozê Taylandê amaje bi armanca serdana xwe kir, ku li gel şandeke bazirganî ya Taylandê hatiye, ji bo pêşxistina peywendiyên bazirganî û aborî li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina peywendiyên dualî li ser bingeha berjewendiyên hevbeş nîşan da.
Nûvekirina herî dawî: 21:08:20