Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Hêzên Pêşmerge kir

erokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Fermandariya Hêzên Piştevanî ya Yekem a Pêşmerge li Hacî Omeranê kir.

4 Mijdar 2025 - 10:59
4 Mijdar 2025 - 10:59
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Hêzên Pêşmerge kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî doh 3ê Mijdarê serdana Baregeha Fermandariya Hêzên Piştevanî ya Yekem a Pêşmerge li devera Hacî Omeranê kir û ji aliyê Fermandar Ferîq Sîhad Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pesnê xweragirî û qurbanîdana hêzên Pêşmerge da û destnîşan kir ku Pêşmerge her dem parêzvanê destkeftiyên niştimanî, qewareya destûrî, asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê ye.

 

Ev nûçe bi tevahî 16 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:58:34