Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li Babe Şêx kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêncşemê 15ê Îlonê, di pêwendiyeke telefonî de sersaxî li Şêx Elî Şêx Elyas Babe Şêxê Êzidiyan kir ji ber koça dawî ya birayê wî Şêx Hicî.

16 Îlon 2022 - 02:27
16 Îlon 2022 - 02:27
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li Babe Şêx kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe gihand û hêviya xwe anî ziman ku Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide kesûkar û malbata wan.

Her wiha Babe Şêx spasî û pêzanînên xwe û yên malbata xwe ji bo pêwendî û hevxemiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nîşan da.

Ev nûçe bi tevahî 519 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:05:29