Serokwezîrê Îraqê ferman da: Êrişkaran eşkere bikin
Serokwezîrê Îraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Alî Falih Zeydî ji bo êrişa îro ya li ser Hewlêrê fermanek da û got, “Êrişkaran eşkere bikin.”

Zeydî biryar da ku ji bo eşkerekirina çavkanî û kesên ku êriş kirine komîteyeke lêpirsînê were avakirin.
Ev êriş berê sibeha îro li anvçeya Pîrmamê ya Hewlêrê hatibû kirin.
Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û mala Birêvebirê Ajansa Parastinê bûbûn armanc.
Fermana Serokwezîrê Îraqê
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriya Îraqê îro li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
"Serokwezîrê Îraqê Alî Falih Zeydî ferman daye ku komîteyeke lêpirsînê were avakirin. Armanc eşkerekirina çavkanî û sedemên wê destdirêjiyê ye ku li Hewlêrê hatiye kirin e.
Ev destdirêjî li dijî Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cihê mayînê yê Birêvebirê Ajansa Parastinê hat kirin."
"Divê encam di demeke nêzîk de werin eşkerekirin"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Serokwezîrê Îraqê tekezî li ser xalekê kiriye.
Zeydî xwestiye ku encamên lêpirsînan di demeke herî nêzîk de ji raya giştî re werin belavkirin.
Her wiha wî ferman daye ku divê hemû hûrgiliyên êrişê û aliyên li pişt wê bi awayekî zelal werin eşkerekirin.
Çi bûbû?
Dijîterora Kurdistanê ragihand ku 2 dronên bombebarkirî avêtine Ofîsa Taybet a Serokwezîr û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê.
Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, duh (17ê Tebaxa 2026an) demjimêr 00:28an, 2 dronên bombebarkirî yên "Hedîd-110" ji aliyê sînorê Îranê ve hatine avêtin.
Dijîterorê da zanîn ku dron berdane baregeha Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê yên li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê.
Her wiha hat diyarkirin ku di êrişê de zererên canî çênebûne.
Dijîterorê di daxuyaniya xwe de ev êriş şermezar kirin û got:
"Em van êriş û destdirêjiyan bi tundî şermezar dikin û bi ti awayî nayên qebûlkirin, hemû berpirsyariya encaman jî di stûyê encamderan de ye."
Nûvekirina herî dawî: 14:56:53










































































































































































