Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriye û Îraqê Tom Barrack êrişa li ser ofîsa Mesrûr Barzanî ya li Hewlêrê bi tundî şermezar kir.

18 Tebax 2026 - 10:49
18 Tebax 2026 - 10:49
 0
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin

Tom Barrack li ser êrişê got, "Ev destdirêjiya li ser hevpeymanên me yên Kurd ên pêbawer nayê qebûlkirin."

"Gefeke rasterast e"

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriye û Îraqê destnîşan kir ku ev êriş ji bo aramiya herêmê xeter e.

Barrack anî zimên, "Ev destdirêjî ji bo aramiya herêmê gefeke rasterast e."

"Em dê bêdeng nemînin"

Tom Barrack tekez kir ku ew dê li hemberî van kiryarên dijminane çavên xwe negirin û got:

"Em dê bi ti awayî çavên xwe ji van dijminatiyan re negirin û em dê li hemberî wan bêdeng nemînin."

Piştgiriya ji bo Îraqê

Her wiha Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê piştgiriya xwe ya temam ji bo Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ducare kir.

Barrack da zanîn ku ew ji bo "vegerandina serweriya temam a welêt" piştgiriyê didin Elî Zeydî.

Tom Barrack di dawiyê de destnîşan kir ku divê hemû çek û hêzên ewlehiyê tenê di bin desthilat û sîwana dewleta Îraqê de bin.

Çi bûbû?

Dijîterora Kurdistanê ragihand ku 2 dronên bombebarkirî avêtine Ofîsa Taybet a Serokwezîr û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê.

Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, doh (17ê Tebaxa 2026an) demjimêr 00:28an, 2 dronên bombebarkirî yên "Hedîd-110" ji aliyê sînorê Îranê ve hatine avêtin.

Dijîterorê da zanîn ku dron berdane baregeha Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê yên li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê.

Her wiha hat diyarkirin ku di êrişê de zererên canî çênebûne.

Dijîterorê di daxuyaniya xwe de ev êriş şermezar kirin û got:

"Em van êriş û destdirêjiyan bi tundî şermezar dikin û bi ti awayî nayên qebûlkirin, hemû berpirsyariya encaman jî di stûyê encamderan de ye."

 

Ev nûçe bi tevahî 55 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:32:57