Sewkiyata Leşkerî ya Tirkiyê berbi sinor ve didome

Artêşa Tirkiyeyê şevê din jî sewkiyata xwe ya leşkerî ji bo sînorê Sûriyeyê domand. Tirên ku wesayîtên zirxî barkiribûn gihîştin Kilisê.

19 Îlon 2017 - 04:15
19 Îlon 2017 - 04:15
 0
Sewkiyata Leşkerî ya Tirkiyê berbi sinor ve didome

Li gorî zanyariyên berdest, Artêşa Tirkiyeyê van rojên dawî bê navber sewkiyata wesayîtên zirxî bo sînorê Sûriyeyê dike. Şevê din jî wesayîtên zirxpoş ku ji bajarên cuda bo Kilisê hatibûn şandin bi eskortiya tîmên cendirmeyan gihîştin bajêr.

Di konvoya leşkerî de tirên ku obus, ZPT û wesayîtên din ê leşkerî barkirî bûn hatin dîtin. Li gorî îdîayan sewkiyatên dawî ji bo piştgiriya hêzên ku li sînorê Sûriyeyê bi cih bûne hatine şandin.

Ev nûçe bi tevahî 1703 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:18:05