Sibe PDK û YNK civîneke giring pêktînin

Biryare sibe roja Yekşemê 9.04.2017e li Hewlêrê şandeya bilind a Partî û Yekîtî derbarê pirsa pêkanîna referandomê bicivin û encamên civînên xwe li gel aliyên siyasî bighînin nûner û qonsilên welatan li Herêma Kurdistanê.

9 Avrêl 2017 - 05:25
9 Avrêl 2017 - 05:25
 0
Sibe PDK û YNK civîneke giring pêktînin

Çavkaniyekê agehdar ji BasNewsê re ragehand ku, biryare sibe her du şandeyên PDK û YNK derbarê encamên civînên xwe ligel aliyên siyasê yên Herêma Kurdistanê û berpirsên Iraqê derbarê encamdana referandomê bicivin, herwiha rewşa aborî û siyasî ya Herêmê gotûbêj bikin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku, her sibe şandeya PDK û YNK li gel nûner û qonsilên welatan li Hewlêrê derbarê referandomê bo serxwebûna Kurdistanê dicivin û encamên civînên xwe digehînin aliyên navnetewî.

Di 2.04.2017ê de polîtbîroya siyasî ya PDK û YNK bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya bûn û pirsa encamdana referandomê bo serxwebûna Kurdistanê gotûbêj kiribûn û piştî wê komîteyeke hevbeş hatibû pêkanîn, daku, ligel aliyên siyasî hevdîtinan bikin.

Ev nûçe bi tevahî 1254 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:48:27