Şûna wezîrên Goran û Komelê yên nû tayînkirin
Heyeta Kurdistanê ku bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana Almanyayê kiribû vegeriya Hewlêrê û dê îro di civîna Lijneya Wezîran de li şûna wezîrên Goran û Komelê yên nû werin tayînkirin.

Li gorî jêderên hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştî vekişandina Goran û Komelê ji hikûmeta Kurdistanê îro Lijneya Wezîran li Hewlêrê dicive û li şûna wezîrên ku ji hikûmetê vekişiyane wê yên nû werin tayînkirin.
Di civîna Lijneya Wezîran de serdana heyeta Kurdistanê ku ji aliyê Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ve hatibû vexwendin û encamên wê mijara sereke ya civînê ye.
Herwiha di civînê de ji xeyrî serdana Almanyayê wê xwepêşandanên li navçe û bajarên Silêmaniyê jî werin guftugokirin.
Nûvekirina herî dawî: 12:43:10