SOMO: Peymana hinartina petrola Kurdistanê dê bê nûkirin

Alîkarê Birêvebirê Giştî yê Kompanyaya Firotina Petrola Îraqê (SOMO) Dr. Hemdî Şengalî ragihand ku peymana hinartina petrola Kurdistanê dê bê nûkirin

14 Cotmeh 2025 - 10:34
14 Cotmeh 2025 - 10:34
 0
SOMO: Peymana hinartina petrola Kurdistanê dê bê nûkirin

Şengalî her wiha da zanîn ku hinartina petrolê ji Herêma Kurdistanê bênavber didome û hilberîna rojane zêde bûye.

Petrola Kurdistanê bi rêya Ceyhanê digihîje Ewropayê

Li gorî agahiyên ku Hemdî Şengalî dane, petrola Herêma Kurdistanê radestî Wezareta Petrolê ya Îraqê tê kirin û bi xetên boriyan digihîje Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê.

Piraniya petrola ku bi rêya şirketên peymandar ên SOMOyê tê hinartin ji ber nêzîkbûna cografî û mesrefên kêm ên veguhastinê, ji welatên Ewropayê re tê şandin.

Şengalî tekez kir ku ev rêbaz li gorî veguhastina bi rêya okyanusê, yek û nîv heta du mehan zûtir petrolê digihîne kiryaran.

Peymana Bexda-Hewlêrê û daxwazên şirketan

Şengalî eşkere kir ku di encama gotûbêjên dirêj û hewldanên zêde yên Serokwezîrê Êraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, şirketên petrolê peyman qebûl kiriye û hemû daxwazên wan hatine bicihkirin.

Şengalî bal kişand ser wê yekê ku peymanên petrolê yên li Herêma Kurdistanê ji yên li navîn û başûrê Îraqê cuda ne û got:

"Li Herêma Kurdistanê şirket bi xwe mesrefên lêgerîn û hilberînê didin lê li başûrê Îraqê hikûmet van mesrefan digire ser xwe."

Şengalî anî ziman ku ji ber deverên çiyayî û zehmetiya erdên herêmê mesrefên hilberînê zêde ne û destnîşan kir ku 16 dolarên ku ji bo her bermîleke hatine diyarkirin, ji bo dayîna lêçûnên hilberîn û veguhastinê ye.

Pêvajoya şêwirmendiyê û paşeroja peymanê

Hemdî Şengalî diyar kir ku ji bo nirxandina peymanên li Herêma Kurdistanê, şîrketeke şêwirmendiyê ya biyanî hatiye erkdarkirin û got ku 60 roj dem ji şîrketê re hatiye dayîn da ku rapora xwe pêşkêş bike lê ji ber alozî û tevlîheviya kar dibe ku ev dem dirêjtir bibe.

Şengalî tekez kir ku ev şîrket dê ti guhertinan di peymanan de neke, tenê dê yasayîbûn û awayê xebata wan piştrast bike, ji ber ku Dadgeha Îraqê berê yasayîbûna van peymanan pesend kiriye.

Şengalî anî ziman ku rêkeftin ji bo sê mehan hatiye îmzekirin û dê 31ê Kanûna Pêşîn bi dawî bibe û got:

“Li gorî yasaya budceyê û ji bo misogerkirina berdewamiyê, heta ku pirsgirêk bi temamî bên çareserkirin, peyman dê bê nûkirin.”

“Divê welatî bedela pirsgirêkan nedin”

Hemdî Şengalî bi tundî li dijî girêdana dayîna mûçeyan bi hinatina petrolê derket û wiha got:

“Gelekî cihê xemgîniyê ye ku mûçeyên welatiyan bi her cure pirsgirêkê ve bên girêdan.

Mûçe çavkaniya debara xelkê ye û nabe bi jiyana mirovan bê lîstin.

Eger di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de pirsgirêkek hebe, divê welatî bedela vê yekê nedin.”

 

Ev nûçe bi tevahî 20 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:48:15