Supaya Pasdaran: Me li Tengava Hurmizê droneke Amerîkayê xist xwarê

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, pergala wan a berevaniya asmanî, droneke Amerîkî li asmanê Tengava Hurmizê xistiye xwarê.

21 Îlon 2026 - 11:08
21 Îlon 2026 - 11:08
 0
Supaya Pasdaran: Me li Tengava Hurmizê droneke Amerîkayê xist xwarê

Supaya Pasdaran di daxuyaniyekê de diyar kir, pergala pêşketî ya berevaniya asmanî, droneke din a ji corê MQ-1 a girêdayî artêşa Amerîkayê li asmanê Tengava Hurmizê kiriye armanc û têk biriye.

Li aliyê din, Artêşa Îranê jî ragihand ku êvara roja yekşemê, pergalên berevaniya asmanî droneke pêşketî ya bi navê "Orbiter" xistiye xwarê, ku bi armanca sîxurî û komkirina zanyariyan li ser asmanê Tengava Hurmizê difiriya.

Ev daxuyanî piştî wê yekê tên ku roja pêncşema borî jî Supaya Pasdaran a Îranê dabû xuyakirin, wan droneyeke Amerîkî ya ji corê MQ-9 li asmanê Girava Qişmê xistiye xwarê.

Ev alozî di demekê de tên, pêştir Donald Trump tekez kiribû ku egera rûdana bûyereke mezin di demeke nêzîk de li hember Îranê heye. Trump diyar kiribû ku bijardeyên li ser maseyê ji bo danûstandina bi Îranê re, pêk tên ji: wêrankirin û ji navbirina temamî ya wî welatî, ferzkirina dorpêçeke tund a aborî, an jî gihîştina rêkeftineke nû.

Ji ber zêdebûna rageşiyê, duh yekşemê balyozxaneyên Amerîkayê yên li Beyrût, Kuwêt, Behreyn, Bexda, Mesqet û Emmanê hişyariyên ewlehiyê ji bo welatiyên xwe belav kirin û daxwaz ji wan kir ku li navçeyê bi hişyarî tevbigerin.

 

Ev nûçe bi tevahî 1 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:08:33