Sîstemeka Perwerdeyê

1. Zimanê zikmakî wekî bingeheka kognîtîv (zanînî)
Dibistanên Swêdî ji bo kurdan bihuşt in, tevî kêmasyên xwe, Swêd yek ji pergalên herî pêşketî yên cîhanê ye. Bihuşt li dibistanên Swêdê heye, lê divê li hemû welatan an dewletan li seranserê cîhanê hebe. Swêd sembola ewlehî, nîzam, aştî û xwezayê ye. Hemû ziman xwedî nirxeka wekhev in. Pergaleka (sîstem) perwerdeyê dikare bihuştê (cinet) biafirîne dema ku li ser bingeha demokrasî û dadperweriyê hatibe avakirin. Bihuşt ne cihek e, lê sîstemek e. Du rêyên sereke yên bihuştê hene. Yek ji wan sîstemeka (pergalek) perwerdeyê ye ku bihuşt ava dike. Rêya din jî rêberekî ji nava wê pergalê ye ku bihuştê ava dike. Bihuşt ne tiştek e ku serokek bide gelê xwe. Bihuşt tiştek e ku gel bi xwe diafirîne dema ku perwerde amûrên fêrbûnê ji wan re peyda dike. Perwerde hêza herî bi bandor a civakê ye; dikare dewletekê biguhirîne. Bihuşt, pergaleka perwerdeyê ye ku dişibe ya sîstema Swêd û Fînlandayê. Ez li vir dubare dikim, deriyê bihuştê di pergala perwerdeya mafê zimanê zikmakî de derbas dibe. Mafê zimanê dayikê mîna bihuştê ye; civatek ku têde mirov azad in bi zimanê xwe yê herî xurt bihizirin (bifikirin) û bikar bînin. Zimanê zikmakî mafekî mirovî ye. Mafên bikaranîna zimanê zikmakî di belgeyên rêxistinên navneteweyî yên cîhanê de hatiye misogerkirin, mînak:
• Danezana Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî.
• Peymana Mafên Zarokan (Konvensiyona zarokan).
• Polîtîkaya Zimanî ya UNESCOyê.
• Encumena Ewropayê ya jibo zimanên kêmneteweyan (zimanên herêmî).
Lêkolînerên bi bandor Cummins, Garcia, Hyltenstam, Kuhl, Axelsson, Skutnabb-Kangas, Piaget, Plunkett, Spelke, Vygotskijûgelek kesên din nîşan didin ku zimanê zikmakî bingeha sereke ya hizirkirin, avahiya destpêkê ya pergala bîngehîn û amûra yekem a ji bo avakirina têgehan e. Bihuşt sîstema perwerdeya civakekê, ku têde mirov azad in, ji aliyê destûra sîstema perwerdeyê ve xwedî maf in, bi zimanê xwe yê herî xurt bihizrin, binivîsînin û dipeyvin. Civakeka ku zimanê dayikê diparêze, rûmeta mirovahiyê jî diparêze. Ev bingeheka sereke ya civateka "bihuştê ye; kes nayê neçarekirin ku ji zimanê xwe dûr bikeve. Li gorî Prof. Garcia divê zimanê zikmakî nebe derseka cûda. Divê ew bibe beşek ji hemû dersên dibistanê, mînak: Swêdî, îngilîzî, matematîk, fîzîk, biyolojî, kîmya, dîrokî, olî, civakî, dersên pratîk-estetîk.. Ez mamoteyê zimanê zikmakî yê kurdî me. Karekî herî mirovahî û mirovhez li ser rûyê erdê ji ber ku zarokên ku dêûbavên wan ji hemû mafên xwe yên zimanî bêpar bûn, lê ew li Swêdê xwedî hemû mafên xwe yên zimanê zikmakî ne.
Sîstema perwerdehiyê dibe bihuşt dema ku ser bingeha rûmeta mirovî tê avakirin û li zimanê dayikê wekî çavkaniyekê dinêre, di heman demê de hesta ewlehî û azadiya hizrî geş dike. Sîstema perwerdeyê dibe dojeh dema ku zimanên zikmakî qedexe an jî bikaranîna ziman ceza dike û dibêje; “ne peyve”...
1.1. Sîstema nivîsandin û alfabeya kurdî ya yekgirtî
Hebûna alfabeyeka Kurdî û pergaleka zimanê nivîsandinê ya yekbûyî dê sûdên mezin bixwe re bîne, hem di warê perwerdeyî, çandî, civakî û hem jî di warê teknolojîk de. Lê ew di heman demê de yek ji projeyên tevlihev e di nav pirsgirêka zimanê kurdî de ye. Plansazkirina sîstema nivîsandinê (nivîskî), beşeka bingehîn a pêşveçûna neteweyî ye. Ew dê materyalên perwerdehiyê yên standardkirî gengaz bike, gihîştina dijîtal zêde bike û bingeheka sabît ji bo mafên zimanê zikmakî biafirîne. Ez li vir dubare dikim. Pêwîstiya kurdan bi sîstemeka nivîsandinê ya yekgirtî heye, sê xalên sereke girîng in, ew jî ev in: Yekitiya zimanê kurdî/Alfabeya Yekgirtî ji bo hemû perçeyên Kurdistanê, wekheviya di warê perwerdeyê de û hêza dîjîtal bi siyaseta zimanî ve. Ev nivîsar bi giştî ye û ne li ser zimanê kurdî ye. Lê armanca nivîsê ew e ku kurd jî wekî xelqê sîstema nivîsandinê ava bikin ji bo her çar-pênc perçeyên Kurdistanê û derveyî welatê xwe.
Çima îro alfabeyeka Yekgirtî a Kurdî tune ye?
• Perçebûna jeopolîtîk di navbera 4–5 dewletan de
• Standardîzekirina nûjen: Nêzikatiyên akademîk ên cûda hem berî û hem jî piştî xebatên zimannas Celadet Alî Bedirxan…
• Cûdahiyên zaravayan /zimanan: Kurmancî, Soranî, Zazakî û Hewramî (Goranî) xwedî rêziman û pergalên cûda ne.
Çima alfabeya yekgirtî pêwîst e? Alfabeyeka Yekgirtî pêwîst; Kurmancî, Soranî, Zazakî û Hewramî (Goranî) pêdivî bi sîstemekê ku hemû dengan (foneman) temsîl bike. Cewhereka fonolojiya kurdî ew ku her tîpek (herfek) taybet e. Bi ya min bi alfabeyeka yekgirtî re cûdahî ne grafîkî, lê rêzimanî ye. Wekheviya perwerdehiyê li ser seranserê Kurdistan û cîhanê pêwîst e; qaîdayên nivîsandinê yên hevgirtî û materyalên fêrbûnê li hemû deverên herêmên Kurdistanê. Standarkirina dîjîtal ji bo alfabeyek ku di nav Unicode, modelên AI, klavye û sepanan de dixebite wekî nan û avê pêwîst e. Pêdivî bi alfabeyeka Kurdî ya yekgirtî heye; pêwîst e di sîstema nivîsandinê de navbera fînolojî, cûdahiyên zaravayî, pêdiviyên dîjîtal û rastiyên siyasî (polîtîkaya ziman) de hevsengiyek were avakirin û bikeve rojeva perwerdeyê. Divê pere zêdetir ji bo sîstemeka dibistanê bên xerckirin, ne ji bo çekan. Em giranîya xwe bidin ser kêmneteweyên xwe û mafên wan wekî yên xwe biparêzin.
2. Çavkanî û têgên pedagojîk ên têkildariya zimanê zikmakî
Zimanê zikmakî yê bihêz zimanê duhemîn bihêztir dike wekî têgeheka pedagojîk hilgirê nasnameyê ye. Mafên zimanê zikmakî mafekî mirovî ye (Cummuns, J., 2017; Garcia, O., 2012; Hedin, C. & Lahdenpera, P., 2000; Paulin, P., 1999; Skutnabb- Kangas, T. 2000; Vygotskij, L. S., 1986). Garcia, O. & Li Wei, 2012).
Garcia, O. & Li Wei (2014) di pirtûka xwe de behsa pirzimanî dikin; mafê zimanê zikmakî diparêzin. Li gorî wan, xwendekarên pirzimanî hemû zimanan bikartînin da ku wateyê biafirînin. Ew lêkolînereka Kubayî-Amerîkî ye ku awayê ku cîhan li pirzimaniyê dinêre, guhertiye. Ew nîşan dide ku zimanê dayikê jibo fêrbûnê çavkaniyek e, ne astengiyek e. Xwendekarên pirzimanî xwedî perspektîfên berfirehtir in; ew bi awayekî nerm dihizrin (difikirin), di navbera çandan de diçin û tên, ziman kûrtir têdigihîjin (Garcia, O. & Li Wei, 2014; Johnson, S. & Seltzer. K.2017).
Elizabeht Spelke (2022/2024) zimanê zikmakî ew zimanê ewil e ku pergalên zanînê yên destpêkê bi hev ve girê dide. Zimanê dayikê wekî dergehekê ye ber bi têgehên abstrakt û hizirkirina asta bilind ve diherike. Zimanê zikmakî ne astengek e, Ew çavkaniyek e ku deriyê fêrbûnê vedike (Axelsson, M., 2013; Linddberg, L, 2009; Botkyrka kommun, 2024; Svensson, G. 2017; Shala & Klokic, 2013).
Zimanê zikmakî ne tenê pêwenda (amûr) pergaleka (sîstemek) ragihandinê ye, pergaleka kognîtîvî (zanînî) ye ku hawayê têgihiştina zarokan a li hemberî cîhanê bi rêya zimanê zikmakî ava dike. Ziman rûmeta mirovahiyê, şêweyê jiyana çandê û bingeha hizrê ye. Çand ji ziman ne cuda ye. Parastina zimanekî, parastina mafên gelên xwemalî (xwecihî) û kêmneteweyan e. Zimanê zikmakî motora afirandina ramanan e. Ziman ne bêalî (ne neutral) ye (Yilmaz, M., 2015 / 2024). Ludwig Wittgensteîn (2009) wisan dinivîse; ”Sînorên cîhana min, sînorên zimanê min e. Cîhan tevahîya rastîyan e ne ya tiştan e. Cîhan bi rastîya xwe û bi rastîyan ku ew hemû rastîyan pêk tê dîyarkirin an îspatkirin. Wittgensteîn zimanzan, fîlozof û profesor e.
Zimanê zikmakî çi diparêzê?
• Zimanê zikmakî vegotina çandê diparêze: Vegotin, çîrok, efsane, dîrok…
• Hestên çandê diparêze: Hest: xemgînî, şahî, mîzah, evîn...
• Kodên civakî yên çandê diparêze: nezaket, têkilî, rûûsresm…
• Strukturên hizirkirina (raman) çandê diparêze: metafor, têgeh, nerîna cîhanê, wate...
• Nirxên çandê diparêze: norm, exlaq, hêjabûn, biha, girîngî. rûhane, kevneşopî…
• Ritualên çandê diparêze: cejn, merasîm, kevneşopî, dawet, şadî, aheng, eyd...
• Zimanê Mîrata çandê diparêze: bîranînên malbatî, bîranên çandê yên kolektîf, sembolên neteweyî, hesta girêdanê, hesta nasnameya komê...
Dema ku zimanê zikmakî winda dibe, arşîv jî winda dibe.
3. Mafê zimanê zikmakî ”bihuşt” e
Yek ji teorîstê herî navdar ê Swêdê di warê zimanê zikmakî de Kenneth Hyltenstam e, ku lêkolinerê zimannasiyê ye. Hizra (fikr) wî ya sereke ew e ku zimanê zikmakî sîstemek (pergalek) e ku tevahiya depoya zimanî ya takekesî (kes) dihewîne (Hyltenstam & Lindber, 2013). Inger Lindberg rola zimanê dayikê di fêrbûnê de wekî sîstemeka ku tevahiya depoya zimanî ya takekesî (kes) hildigire, dibîne Monîca Axelsson (2013) zimanê zikmakî birek e, ber bi zimanê dibistanê ve. Ew di warê fêrkirina bi zimanê dayikê û rêberiya xwendinê de pispor e.
Mafê zimanê dayikê bihuşt e, mala ewil a zarok, hesta ewil a ewlehî û nasnameya çandî ye. Qedexekirin an înkarkirina zimanê dayikê dojek e. Bihuşt hilbijartinek e; sîstema dewletê hildibêjêre û dûvre kes bi xwe hildibijêre. Pirsa min ew e ku gelo mirovahî dikare têde bijî bêyî ku wê wêran bike. Di cewherê xwe de, cîhan bihuştek e lê, hişmendiya mirovan e ku diyar dike ka em ê vê bihuştê bijîn an jî wê winda bikin. Cîhan bi serê xwe wekî bihuştekê ye. Cîhan bêalî û bi xwe ve girêdayî ye. Bihuşt ne cihek e; bihuşt şêwazeka jiyanê ye. Bihuşt ew e ya bi sîstema perwerdeyê ve heye. Kurdistan bi xwezaya xwe ve, bihuştek e. Kurd ew in ku dikarin wê bihuştê hem biparêzin û hem jî têk bibin. Bi gotineka din, dinya an erd bi serê xwe bihuştek e, lê kiryarrên mirovan diyar dikin ka ew bihuşt dê wekî bihuşt bimîne an na.
Swêd çima ji bo lêkolînerên swêdî yên li ser perwerdehiya bi zimanê zikmakî bûye navendeka cîhanê? Lı swêdê perwerdehiya fermî ya bi zimanê zikmakî û rêberiya xwendinê bi zimanê dayikê heye, herwisan kevneşopiyeka lêkolînê ya di derbarê siyaseta ziman de heye ku di asta navneteweyî de wekî modeleka kêrhatî tê naskirin û ji lewre lêkolînên Swêdî bandorê li UNESCO û Neteweyên Yekbûyî dikin.
4. Pênc teorisyen û referansên wan ên akademîk
Ev lêkolînên akademîk di çarçoveya Swêdê de behsa Jim Cummins, Ofelia Garcia, Tove Skutnabb-Kangas û Lev Vygotskij dikin ji bo perwedeya zimakî zikmakî. Zimanê dayikê ew ziman e ku zarok têgeh, nirx, dîrok, kevneşopîyan, mîrata çandî, girêdanên bi kokên malbatê, bîr, ramana abstrakt û avahiyên mentiqî pê pêş dixe. Girîngiya perwerdeyê ya pedagojîk di wê rastiyê de ye ku têgihîştin li ser zimanê ku xwendekar pêşî li malê fêr bûye ava dibe.
4.1. Teoriya kognîtîv a zimanê zikmakî
Teorîstên li pişt teoriya kognîtîv a zimanê zikmakî kî ne?
Di nav teorîsyenên sereke de Jean Piaget, Lev Vygotskij, Jim Cummins û lêkolînerên nûjen ên warê kognîtîvî (zanînî) û zimanî yên wekî Kim Plunkett cih digirin. Elizabeht Spelke zimanê zikmakî pergalên nasînê yên destpêkê bi hev re girê dide. Teoriya Patricia Kuhl a neuro-zimannasî, zimanê dayikê taybentmediyên fonetîk çêdike. Li gorî Piaget hizir, (raman) zimanî diafirîne. Lê Vygotskij berevajiya wî dibêje. Ziman hizrê diafirîne. Skutnabb- Kangas mafên zimanî rasterast bi aştiyê û herwisa bi berdewamiya mirovî û civakî ve girê dide. Ew diparêze ku mafên zimanî, mafên mirovan in. Li gorî teoriya Skutnabb-Kangas (2018/2000) mafên zimanê zikmakî mafekî mirovî ye. Zimanê zikmakî mijareka rûmeta mirovî ye. Perwerdehiya zimanê zikmakî, aramiya civakî xurt dike û pêşî li pevçûnan digire.
Ev çima ji bo zimanê zikmakî girîng e?
Ev tê wateyê ku zmanê zikmakî, ne tenê ji bo ragihandinê, lê di warê zanînî de jî xwedî roleka bingehîn e.
Piaget bingeha teoriya kognîtîv danîye û têgehên pêşveçûna kognîtîv û avakirina têgehan danî. Zimanê zikmakî pêkhateyên hizrê îfade dike.
Vygotskij (1986) li ser ziman wekî amûreka hizrê dinêre. Zimanê zikmakî bingeha pêvajoya hundirkirinê (înternalîzasiyon) pêk tîne.
Cummins diparêze ku di navbera zimanan de veguhastina kognîtîv pêk tê. Zimanê zikmakî yê xurt, piştgiriyê dide jêhatîbûnên xurt ên di zimanê duhemîn de. Ligorî Prof. Jim Cummins, ziman pergalên ji hev cuda lê bi hev ve girêdayî ne.
Cûdahiya di navbera Cummins û Garcia de
Swêd demeka dirêk e ku fêrkirin (hînkirin) zimanê dayikê li ser bingeha teoriya Cummins ava kiriye; li gorî vê teoriyê, ziman ji hev cûda ne û zimanê dayikê piştgiriyê dide vegustina zanînê di navbera zimanan de, Ez bawerim ku niha Swêd ber bi teoriya Garcia ve diçe, ku têde ziman bi hev re têkel in û zimanê sikmakï beşek jı hemû pêvajoyên fërbûnê ye. Di dawiya sala 2026ê de bikaranîna têkel a zimanan "translanguagning" dê bibe praktîka stardard û guhartineka bingehîn li Swêdê.
Kim Plunkett
Zimanê dayikê avahiya zimanî ya mêjî şekil dide. Mêjî ziman pêvajo dike. Zimanê zikmakî teşeyê dide pêkhateya zimanî ya mêjî. Pêvakirina zimanê destpêkê ji aliyê mêjî ve diafire. Plunkett, K, (1997) bi taybetî li ser mêjî di qonaxa pêşveçûna destpêkê de ziman pêvajo dike, lêkolînan dike. Pêvajokirina zimanê destpêkê bi rêya fonolojî, rêziman û semantîka zimanê dayikê pêk tê. Plunkett neuro-zimannas e.
Tove Skutnabb-Kangas (2018) di warê teoriyên têkildarî zimanê zikmakî wekî mafekî girêdayî zanîn (kognîtîv) û nasnameyê de xwedî roleka navendî ye.
Maruf Yilmaz
Nasnameya otobiyografîk, ku têde xwendekar bi rêya ziman xwe diafirîne. Nasnameya otobîyografîk ku têde ziman, hizir û kiryar bi hev re girêdayî ne; ew di nav xwe de û hem jî ji bo xwe hene, xwe nas dikin û di heman de cîhanê jî fêm dikin (têgihîjinn) (Yilmaz, M.2015/25).
4.2. Teoriya Veguhêziya (translanguagning) di navbera zimanan de ya Garcia Ofelia derbarê zimanê zikmakî de
Garcia, Ofelia (2012) lêkolînereka Kubayî-Amerîkî ye ku awayê ku cîhan li pirzimaniyê dinêre guhertiye. Ew nîşan dide ku zimanê dayikê jibo fêrbûnê çavkanıyek e, ne astengiyek e. Li gorî Garcia, ziman ne pergalên xwe (cuda) in; ew beşên heman pergalê ne. Zimanê zikmakî di hemû dersên dibistanê de bi pêvajoya hizirkirina xwendekar re dibe yek. Zimanê zikmakî beşek ji nasnameya kognîtîvî ya xwendekar e; ew şewaza xwezayî ya hizirkirina piralî- zimanî ye.
Divê xwendekarên pirzimanî di carekê de bi yek zimanî ve neyên sînordarkirin:
• Zimanê dayokê motoreka pedagojîk e.
• Ziman wekî depoyeka dînamîk a jêhatîbûnan.
• Veguhêztina di navbera zimanan de (translanguagning).
• Zimanê dayikê wekî çavkaniyên afirîner, fêrbûn û têgihiştinî.
Garcia ji bo afirandina teorîyeka nû sûd ji xebatên Vygotskij yên derbarê têgihîştinê (kognîtîv) de, têgehên sosyolînguîstîk ên têkildarî sînorên zimanê û lêkolînên li ser repertuwarên pirzimanî wergirt. Ez dixwazim vê mijarê zelaltir bikim. Çi bû sedem ku Garcia bigihîje wê baweriyê ku ziman ji hev cûda nînin? Ev encama têkelbûna sê bandoran e:
1. Vygotskij: ziman pêvajoyeka kognîtîf e, amûra hizirkirinê û ziman ne serbixwe ye. (Garcia: Ziman ne pergalên ji hev veqetandî ne. "Translanguaging" pêvajoyeka kognîtîfî (zanînî) ye, ne tevlihevkirin" e.
2. Civakzimannasî: Sînorên zimanî civakî ne. (Garcia: ziman kategoriyên civakî ne).
3. Lêkolînên pirzimanîtiyê: Depoyên zimanî (repertuar) dînamîk in. (Garcia: trans-zimanî).
Garcia ji wan teoriyên zanistî teoriyeka hevgirtî (hevpar) bi navê"translanguaging" afirand.
4.3. Hîpoteza înterdependensê ya Cummins
Ziman piştgiriya hev dikin. Zimane zikmaki yê bihêz zimanê duhemîn bihêztir dike. Zimanekî yekem ê bihêz, zimanekî duhem bihêztir dike. Zimanê zikmakî di fêrbûnê de çavkaniyeka pedagojîk (Cummins, J., 2017) e.
4.4. Teoriya sosyalkontruktîvîstiyê Lev Vygotskij
Ziman pêwengeka (amûrek) hizirkirinê ye. Zimanê dayikê hesta ewlehî û piştgiriye peyda dike. Ji perspektîfeka pedagojîk ve xwendekar dema ku ew dikarin bi zimanê xwe yê herî xurt bihizrin, çêtir fêr dibin.
Ziman amûreka hizirkirinê ye. Zimanê dayikê hesta ewlehî û piştgiriyê peyda dike. Ji perspektîfeka pedagojîk ve xwendekar dema ku ew dikarin bi zimanê xwe yê herî xurt bihizrin, çêtir fêr dibin.
4.5. Teoriya natîvîst a Noam Chomsky
Chomsky diparêze ku ziman xwemalî ye û bingeha xwe ji biyolojî û pêşçûnê digire. Ziman di mêjî de çêdibe. Teoriya herî naskirî ya Chomsky e. Zimanê zikmakî navenda nasnameyê ye. Zimanê zikmakî ev e:
• Bîyolojîk (mêjî)
• Hestyarî (hest)
• Kognîtîfî (raman)
• Têkilî (malbat)
• Hebûnî (xwebûn, xwe)
Li gorî "Rêzimana Gerdûnî" ya Chomsky, hemû ziman xwediyê van tiştan in: peyv, rêzik, avakirin û rêbazên afirandina wateyê...
Senteza herî kûr ya sê teoriyan: Cummins strukturê dabîn dike, Garcia repertuarê dabîn dike û Vygotskij jî hizirkirinê dabîn dike. Hersê bi hev re sîstemekê diafirînin ku têde xwendekarên pirzimanî dikarin kapasîteya xwe ya zimanî û kognîtîvî (zanînî)ya tam bi kar bînin. Naveroka teorîk a vê sentezê ev e: Ziman hev cûda ne, hem jî bi hev re girêdayî ne (Cummins), hem sîstemên entegrebûyî (Garcia) û hem jî pêvajoyên kognîtîf (Vygotskij) in. Xwendekarên pirzimanî herî baş fêr (hîn) dibin dema dibistan hersê perspektîfan (nêrînan) bi hevdemî bi kar tîne. Çima ev sentez di dibitanên Swêdî de girîng e? Sentes rave dike ku çima zimanê zikmakî xwedî girîngeyeka sereke ye.
Ofelia Garcia: "Translanguaing" pêkhatina zimanan a bi hevre dihewîne. Di mêjiyê te de sîstemeka zimanî ya mezin heye. Zimanê zikmakî ne sîstemeka cûda ye, lê beşek ji tevahiya depoya zimanî ya xwendekarî/xwendekarê ye. Ziman ne xweser in. Garcia li zimanan wekî kategoriyên civakî dinêre, ne wekï sîstemên kognîtîf (zanînî). Ziman ne xweser in. Di mêjîyê te de gelek ziman nînin. Zimanekî te yê mezin an jî depoyeka zimanî heye. Tu hemû zimanên xwe bi hevdemî bi kar tînî. Destûr heye ku tu zimanan tevlihev bikî. Destûra te heye ku tu zimana tevli hev bikî.
Jim Cummins: ziman xwedî sîstemên xwe ne, lê piştgiriyê didin hev. Zimanê zikmakî piştgiriyê dide zimanê swêdî. Zimanên pirjimar bi hev re dikarin bi hev re bixebitin. Lev Vygotskij: Ziman motora hizirkirinê ye, bêyî ziman, li dibistanê têgihîştin pêk nayê. Tu bi axaftinê hîn dibî.
5. Li Swêd û Fînlandayê zimanê dayikê mafek e
Li Swêdê, zimanê dayikê mijareka dibistanê ye. Fînland wekî Swêdê zimanê dayikê mafek e. Bihuşt sîstema civaka Swêdê ye.
Li Tirkiyeyê, zimanê dayikê mijara nakokîyan e. Li wir zarokên kurdan ji hemû mafên xwe bêpar in. LI Fînlandayê zimanê dayikê beşekî nasnameya neteweyî ye. Di qanûna bingehîn a Fînlandayê de hemû kêmneteweyan tên parastin. Destûra bingehîn a Fînlandayayê hemû mafên gelên niştecihên xwe diparêze û pêşxistina ziman û çanda wan jî.
Zimanê zikmakî, mirovahiya ewilî ya mirov e. Ziman ne tenê peyv e. Ew nasnameya hundirîn, hest, hesta ewlehiyê, bîranîn û xwebûn e. Hebûn kûrtirîn naveroka kesayetiyê ye. Ziman têkiliya mirov bi cîhanê re ava dike. Dema zarok, zimanê xwe yê zikmakî winda dikin, ew nasnameya xwe, dîroka xwe, mala xwe ya çandî, cewhera xwe, hesta hebûna xwe û bingeha xwe ya hestyarî jî winda dikin. Zimanê dayikê wekî têgeheka pedagojîk yê fêrbûn û hilgirê nasnameyê ye. Konsepta pedagojîk ew e ku xebata bi zimanê dayikê tê wateya xebata bi demokrasî û edaleta civakî re. Hîpoteza Cummins nîşan dide ku ziman bi hev re pêşbaziyê nakın. Ew piştgiriyê didin hev. Rêberên sîstemeka demokratî saziyan ava dikin, ne kultên kesayetiyê (ne tenê serokek). Ew bi rêya nirxan pêşengiyê dikin, ne bi rêya kontrolê li mirovan wekî çavkanî dinêrin.
Qedexekirina zimanê zikmakî tê wateya qedexekirina nasnameya zarokekî çimkî zarok bi zimanê xwe yê zikmakî tê dinyayê. Zimanê dayikê ew ziman e ku zarok pê pêşî fêr dibin. Qedexekirina zimanê zikmakî, qedexekirina têkilî û têgihiştinê ye. Qedexekirina zimanê jidayîkbûyî curekî bêmirovkirinê ye, qedexekirina rûmeta mirovî ye. Dema ku xwendekar an zarok dikarin zimanê xwe yê zikmakî biparêzin, empatî, hesta ewlehiyê û beşdarbûnê zêde dibin, lê nakokî bêguman kêm dibin. Qedexekirina zimanê dayîkê ne tenê destwerdaneka pedagojîk e; ew bandorê li mirovahiya kesekî dike. Ziman ne tenê amûrek (pêweng) ragihandinê ye; ew nasname, zanîn û rûmeta mirovî di xwe de dihewîne. Mafên zimanî bi qasî mafên din ên mirovan girîng in. Mafê perwerdehiyê bi zimanê dayîkê nîşan dide ku zarok dema ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin, binivîsînin û têgehan pêş bixin, çêtirîn fêr dibin. Ji bo zarokan, ew kesê ku ew in hem mafekî perwerdehiyê ye û hem jî mafekî mirovî ye. Qedexekirina zimanên dayikê, qedexekirina mirovahiyê ye.
5.1. Pêxistina Perwerde, Zanist û çandê ya Neteweyên Yekbûyî / UNESCO
Akademîsyen û lêkolînerên UNESCOyê nîşan didin ku windabûna zimanî qeyran û pirsgirêkeka mezin e. Ziman bi hawayekî ”xwezayî" winda nabin. Ew ji ber sîstemên perwerdeyê (pergalên perwerdeyê), newekhevî, koçberî û polîtîkayên zimanî yên dewletan winda dibin. Lewre UNESCO bang li hemû welatan/dewletan dike ku perwerdeya li ser bingeha zimanê zikmakî, piştgiriya ziman û vejandina zimanî bi rêk û pêk bicîh bînin. Ew windakirina nasname, zanîn, ezbûn û rûmeta mirovî ye. Mezintirîn faktorên rîskê, neveguhastina zimanan ji bo nifşê nû û xwezaya sîstemên perwerdeya dewletê ne.
Perwerdeya zarokên xwecihî ne bi zimanên wan wekî jenosîda zimanî û tawaneka li dijî mirovahiyê (Magga ye (2008/2005). Foruma Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser pirsgirêkên gelên xwecihî Prof. Ole Henrik Magga têde wekî serok kar kirîye. Ew yek ji dengên herî xurt e jibo perwerdeya li ser bingeha zimanê zikmakî ye. Neteweyên Yekbûyî di destûra xwe ya sala 1949ê de qedexekirina zimanî wekî jenosîda zimanî pejirand. Ev tê wê wateyê ku qedexekirina zimanekî li dibistanan, jiyana rojane û nivîsandinê wekî jenosîd dihat dîtin. Lê 16 welatan, tevî DAY, Brîniya Mezin û Danîmarka deng dan ji bo rakirina vê madeyê lê dûvre jenosîda zimanî ji destûrê hat derxistin, dixwestin pênasiya jenosîdê tenê bi komkujiya fizîkî ve bê sînordarkirin. Lêkolînerên nûjen dixwazin jenosîda zimanî, li gorî qanûna navnetewyî were tawanbarkirin (sûcdarkirin). Koçberkirin an qedexekirina bi zanebûn a zimanekî, dibe sedema jenosîda zimanî. Windakirina zimanek, çandek û nasnameyek wendakirina mirovahiyekê bixwe ye.
6. Jenosîda sîstematîk a zimanî
50–60 mîlyon Kurd li Tirkiye, Îran û Sûriye ji hemû mafên xwe bêpar in. Ev şermeka mezin e. Ev dojeh e. Çima ev wekî dojehê ye? Ji ber ku zarok nasnameya xwe, hesta ewlehiyê, têkilîya bi malbata xwe re, cîhana xwe ya çandî û ezbûna xwe winda dike. Dojeh an bihuşt sîstema dewletê ye. Ev jenosîda zimanî, tundiya derûnî, çandî û pedagojîk e û li gorî Magga, Heugh û Skutnabb-Kangas ev bi awayekî sîstemaîk pêk tê, ew dibe qirkirina zimanî. Ji sedî 40 prosentê nifûsa cîhanê bi zimanek ku jê tênagihîjin (fêm nakin) perwerde dibin. Li hin welatên cîhanê, ev rêje digihîje ji sedî 90î (Rêbernameya Cîhanê ya li ser Perwerdehiya Pirzimanî, 2025). Li Tirkiyeyê 25–30 mîlyon Kurd ji hemû mafên xwe bêbar in. Nebûna perwerdeya bi zimanê zikmakî, ji bo windabûna ziman faktoreka rasterast a rîskê ye. Hin faktorên rîskê yên din ev in: koçberî, gerdûnîbûn, keşûhewa (avûba, avûhewa, hewa), marjînalîzasyon.
Împeratoriya Osmanî bi awayekî fermî pir- etnîkî bû. Kurdan rojname, dibistan an medrese û kevneşopiyên devkî hebûn. Lê di dawiya sedsala 19an û destpêka 20î de her tişt guherî. Tirkên ciwan (neteweperst) di navbera salên 1908 û 1918an de hewl dan da ku dewleteka navendî ava bikin. Ev siyaseta Osmanîyan a dawiyê bû. Bi avakirina Komara Tirkiyeyê re qirkirina sîstematîk ya zimanî sala 1923ê pêk hat. Dewletê înkar kir ku kurd hene. Ji Kurdî re digotin "Tirkîya Çiyayî" û ji Kurdan jî digotin Tirkên Çiyayî"... Hemû dibistan an medrese, saziyên kurdî yên serdema dawiyê ya împaratoriya Osmanî hatin girtin û qedexekirin. Avakirina komara Tirkiyeyê 1923: înkarkirina tam a nasnameya kurdî ye.
1928: Destûra alfabeyê ku nivîsandina bi kurdî wekî tawan (sûc) dihesiband. Li gorî destûra (qanûn) alfabeyê ya tirk di navbera salên 1928 û 2013an de tîpên Q, W, X qedexe bûn.
1950–1980: qedexekirina muzîk, pirtûk û axaftina kurdî.
1983: Qedexekirina tam a pirtûkên kurdî...
2000: Reformên sînorkirî, lê di praktîkê de berdewamiya zext û zordariyê tim hebû.
Dojeh qedexekirina zimanekî, windakirina nasnameyê, astengkirina ramana zarokekî, qutbûna têkiliyên malbatî û veguherîna zarok ji bo ku bibe kesekî din.
Dewleta Îranê 500 sal zayînê avabûye, lê heta niha mafên gelê Kurd û kêmneteweyên xwe nas nekiriye. Îran bi awayeka sîstematîk mafên kêmneteweyan, hem yên etnîkî û hem jî yên olî binpê dike. Perwerdeya bi kurdî qedexe ye. Kurd û Belûc ji hemû mafên xwe bêpar in. Ev rewş ji bilî Kurdan jî bandorê li Ermenî, Taliş, Gurcî, Behayî, Ermenî, Asurî, Tirkmen, Cihû û gelekî kêmneteweyên din jî dike. Îran welatekî pirçandî, pirzimanî û pirolî ye, lê hemû ji mafên xwe bêpar in. Bi taybetî Kurd û Beluç rastî înkence, darvekirin (îdam) cezayên komî tên. Kurd û hemû kêmnetewe ji hemû mafên xwe pêpar in. Hemû kêmnetewe di dejehê de dijîn. Lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kêmasiyên xwe ve di destûra xwe de mafên hemû kêmneteweyan nas dike, mînak asurî/suryanî, tirkmen, şebek û ermenî xwedî mafên xwe ne. Mafên zimanê xwe, dibistanên xwe, temsîlyeta siyasî, saziyên çandî û olî hene. Wezareta Perwerdeya Herêma Kurdistanê fînans dike, lê kêmneteweyên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê ji hemû mafên xwe bêpar in.
6.1 Ziman çima winda dibin?
Li gorî UNESCOyê, sedemên sereke ev in ku mîrateyên kolonyalîzmê, qedexeyên dîrokî yên zimanî û asîmîlasyonê berdewam dikin. Pergalên dibistanan (sîstemên dibistanan) ên gelek dewletan piştgiriyê nadin perwerdeya bi zimanê zikmakî (UNESCO 2025/2024-2026). UNESCO tekez dike ku ziman dema êdî ji zarokan re nayên fêrkirin (hînkirin) an jî dema ji nifşê din re nayên vegustin, winda dibin û dimirin. Ev faktora herî mezin a rîskê ye. Encam ew e ku, heke guhertinek çênebe, dê di navbera salên 2026 û 2100î de di navbera 3 000 û 4 000 zimanî de winda bibin. Ev ji bo mirovahiyê windahiyeka çandî ya herî mezin e. Encama siyaseta zimanî, pergala perwerdeyê û newekheviyê ye. Sedemên windabûna zimanî ev in: nebûna vegustina di navbera nifşan de pergala perwerdeyê (sîstema perwerdeya dewletan), faktorên dijîtal û marjînalîzekirin. Çareserî jî ev in: perwerdeya bi zimanê zikmakî, vejandina ziman û tevlêkirina di qada dîjîtal de pêwîst e.
Mafê zimanê zikmakî aştiyê xurt dike, lê qedexekirina zimanî dibe sedema tirsê û nakokîyan. Qedexekirina zimanê zikmakî, qedexekirina têkiliyên aştiyane ye. Ziman ne tenê mijareka dibistanê ye. Ziman hawayê hebûna mirov li cîhanê ye. Lewre, hemû mijar di nava zimanî de hene û tevahiya ezbûnê (kesayetiyê) jî di nav zimanî de heye. Dema zarokek zimanê winda dike, ew hawayekî mirovbûnê/ezbûnê winda dike. Ziman hemû mijaran digire nav xwe û ziman tevahiya rastîya xwebûnê ye. Zimanê zikmakî mêjiyê çandê ye. Zimanê zikmakî şêwazê hizirkirina çandê ye.
7. Kurte
Encama bingehîn a UNESCOyê ew e ku ziman bi hawayekî "xwezayî" winda nabin. Zimanên zikmakî dema ku civak êdî di perwerdeyê de cih nadin wan, winda dibin. Ji 7 000 zimanan, tenê 351 ziman li dibistanan tên bikaranîn. Ziman dema ku êdî ji zarokan re nayên fêrkirin an hînkirin, dimirin. Lêkolînerên UNESCOyê nîşan didin ku 40 prosentê zimanan di bin xetereya windabûnê de ne. Yek ji çareserî ev e ku perwerdeya bi zimanê zikmakî di praktîkê bê bicihkirin. Akademîsyen û lêkolînerên UNESCOyê gihîştine wê encamê ku windabûna zimanan krîzeka perwerdeyî, çandî, dîjîtal, mirovî û demokratîk e. 40 prosent zarokên cîhanê bi zimakî ku jê fêm nakin, perwerdehiyê dibînin. Ev jibo mirovahiyê şermeka mezintirîn e. UNESCO daxwaz dike ku hemû ziman jibo mayîna xwe xwedî hebûneka dîgîtal bin. Zimanên bêyî hebûna dîjîtal zûtir winda dibin. Peymana Mafên Zarokan zimanê zikmakî wekî mafekî mirovan destnîşan dike. Madeyên 8. 12, 29 û 30 girîng in. Ew mafê bikarnîna zimanê xwe li xwe digirin. Mafê zarokan heye ku xwedî li ziman û nasnameya xwe derkebin. Dibistan û dewlet mecbûr in ku piştgiriyê bidin vê yekê. Zimanê zikmakî mafekî mirovî ye. Peymana Mafên Zarokan vê yekê tîne ziman; zimanê zikmakî mafek e, ne vebijarek e. Ev heman nêrîna UNESCO, Encumena Ewropayê, UNPFII û Skutnabb-Kangas e. Pêxistina Perwerde, Zanist û çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 1999ê de 21ê Sibatê wekî Roja Zimakî Zikmakî ya Cîhanê ragihand. Ev roj ji bo kurdan pir girîng e. Ji ber ku Zimanê Kurdî hîn jî bi gelek astengiyan re rûbirû ye.
Makezagona navneteweyî ya nû ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve bê avakirin ji bo dewletên ku mafên zimanê zikmakî binpê dikin, bên cezakirin. Mînak; Ne normal e ku 30 mîlyon Kurd li Tirkiyeyê ji hemû mafên xwe bêpar bin. Li Îranê rewşa kurdan hê xebatir e.
Alfabeya Latînî ya Alî Celadet Bedirxan wekî sîstemeka giştî bê bikaranîn ji ber ku hêsantir û praktir e. Bi rêya alfabeya latînî zarokên kurdan zû dikarin bi hêsanî fêrî îngilîzî û zimanên din jî bibin. Pêşniyareka herî rast ew e ku Alfabeya Latînî ya Alî Celadet Bedirxan e. Ev rêya herî rast e; alfabeyek li ser bingeha tîpên Latînî ku hem bi kevneşopiya Bedirxanıyan re bi hev tê û hem jî ji Soran û Zazakî hatiye berfirehkirin.
Senteza alfabeya Soran û Kurmancî têde ye ku du sîstemên (perga) nivîsandinê yên cûda yek ji ser Soranî ya din ser Latînî-Kurmancî di alfabeyeka yekgirtî, fonolojîkî, temam (birêkûpêk) û dîjîtalî ya nûjen de werin yekkirin (hevgirtin). Lêkolînên zanistî nîşan didin ku cûdahî bi giranî ortografîk in ne fonolojîk. Ev tê vê wateyê ku alfabeyeka yekgirtî bi tevahî gengaz e.
Şeş ji rêxistinên herî bi bandor ên cîhanê piştgiriya perwerdeya bi zimanê zikmakî dikin:
UNESCO, UNICEF, Encûmena Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê, Peymana Mafên Zarokan û UNPFII.
Prof. Ofelia Garcia çawa perwerdeya zimanê zikmakî li Swêdê diguherîne? Nêrîn an teoriya Garcia ya ”translanguaging" ê bikaranîna têkel a zimanan ji sala 2020î vir ve bûye yek ji wan ramanên herî bi bandor di warê pedagojiya zimanî de li Swêdê.
Çavkaniyên akademîk ên têkildarî teoriyên Garcia, Cummins û Vygotskij ên ku bi wê tegehê ve girêdayî ne ku ziman ne ji hev veqetandî, lê bi hev re entegre dibin. Garcia pêşniyar kir ku zıman ne pergalên ji hev veqetandî ne, lê bi hev re entegre ne (Garcia, O. & wei, L., 2014).
LITTERATUR OCH REFERENSER
Axelsson, M. (2013). Flerspråkighet i skolan: Natur och kultur.
Cummins, J. (2017). Flerspråkiga elever: Natur & Kultur
Garcia, O, (2012). Flespråkiga pedagogiker. Routledge.
Magga, Skutnabb-Kangas & Dunbar (2001).
UNESCO (2024–2026). Atlas över världens språk: Linnèuniversitet.
Paulin, P. (1999). Från brister och svårigheter till resurser och möjligheter, en didaktisk studie av arbete i några mångkulturella klasser på Lärarhögskolan i Stockholm.
Hedin, C. & Lahdenpera, P. (2000). Värdegrund och samhällsutveckling, HLS Förlag: Stockholm.
Ladberg, G. (2000). Tala många språk, Carlsson Bokforlag. Stockholm.
”Mer än ett modersmål” HLS Förlag, 1993 eller senare.
”Mer än ett modersmål. Hemspråksdidaktik”. Skolverket, HLS förlag, 1993, sid.74).
Noam Chomsky, N. (1957) Syntaktisk struktur. Haag: Mouton.
Noam Chomsky (1959: 35). A. review of B.F. Skînner. Language.
Svensson, G. (2017). Transspråkande i teori och praktik.
Wittgenstein, Ludwig (2009). Filosofiska undersökningar.
Wittgenstein, Ludwig (2014). Tranctatus logico-philosphicus. Wergera ji zimanê almanî: Sten Andersson. Weşan: Norstedts Stockholm. Orjînala çapa almanî: 1921
Vygotskij, L. (1981). Psykologi och dialektik, en antologi I urval av Hydén, L-C. Stockholm: Nordstedt förlag.
Yilmaz, M. (2007) pedagojî, Jîndan: Stockholm Stockholm, 2007
Yilmaz, M. (2005). Modersmålslärares och deras elevers uppfattningar om modersmålsundervisningen i skolan. Barn- och ungdomsvetenskap examensarbete.
Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
Nûvekirina herî dawî: 23:25:45

































































































































































