Di siyasetê de rû û gotinên nû lazim e!!!
Divê carekê siyasetmedarên me yên bakurê Kurdistanê, serok û rêberên partiyên me yên Kurdistanî baş bifikirin da ku fêr bibin çima bi sernakevin.
Helbet serketin girêdayî gelek tiştan e. Lê ya herî girîng, girêdayî gotin, axaftin, bawerî û saxlemiya serok û rêberan e. Di siyasetê de û di hemî qadên jiyanê de ya herî girîng jî îstîkrarar e.
Îstîqrar jî girêdayî helwest û gotinên rêvebiran e. Ew jî girêdayî rû û gotin nû ye.Lê hezar mixabin ku ev li bakurê Kurdistanê gelekî kêm e. Dibe ku li perçên din jî weha be, lê mijara me bakurê Kurdistanê ye.
Dema di siyasetekê de tim yek gotin, yek rû bin, dem tê mirov êdî ji wan gotin, nerîn û rûyên bi salan e her ew û ew in, lê dikare hêja û rast jî bin, lê dîsa ew ên aciziyê bi mirovan re peyde bike.
Bi rûyên nû û gotinên nû her çiqasî di destpêkê de ne li gor dilê mirovan jî be, wê bala kesan bikşîne ku mirov xwe mecbûr dibîne guhadariya wan bike, bê ka çi dibêjin?
Hezar mixabin li bakurê Kurdistanê ev çand û adet tuneye. Her serok û rêberekî nû ku dema têne hilbijartin di destpêkê de xweş dibêje û baş lê dide. Lê bi salan eynî gotin û nerîn êdî mirovan aciz dike. Aha handîkapa hin serok û rêberên partiyên Kurdistanê yên bakurê Kurdistanê ev e.
Li bakurê Kurdistanê kî dibin serok an rêberek tu nema dikare wî/ê ji wî maqamî daxe. Di destpêkê de jî gelek tiştên baş, xweş û hêja jî dibêjin. Lê mixabin heta ku ew serok û rêber bin tim tiştên di destpêkê de gotine her ew û ew in. Ew jî carna li rojekê naguncin.
Di rewşên weha de mirov him ji wan gotinên rast û him jî ji wan rûyên baş, bê hemdî xwe aciz dibe ku êdî guhdarîkirina gotinên wan di nava civatê de qîmeta xwe namîne. Dema ew gotinên hêja û rast di jiyanê de cihê xwe nebîne, dem tê êdî mirov ji wan aciz dibe.
Dema zilamek li hember keçek delal, xweşik û rind raweste û tim bêje: ”Tu xweşik e, delal e, rind û hêja ye”, hûn bawer bikin êdî ew keça delal wê ji vê gotinê aciz bibe. Lê her carê kesek ji wê re bêje tu delal e, dê kêfa wê bêtir bê.
Siyaset jî weha ye. Çend gotinên kesên me yên hêja, xebatkar û durust hene ku bi salan e tim wan ji me û gelê xwe re dibjin, hingî ew rastî hatiye û tê gotin ku dem tê êdî ew rastî bi mirov tahl tê.
Loma jî girîng û pêwîst e ku divê partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê xwe fêrî guherandinên li gor demê bikin. Rêya wê jî bi dîtina rûyên nû û gotinên taze re derbas dibe.
Gel êdî li benda gotinên wê çawa guherandinê pêk bîne, ne. Ew êdî li benda gotin û rûyên taze ne ku bikaribin bi gotinên taze, nûjen baweriyê bide gelê xwe.
Siyaseta li bakurê Kurdistanê ku niha tê meşandin, li gor min bi piranî li gor bawerî, fikir û ramanên berî salên heştê ne. Ji ber ku xwediyê wan gotin, fikir û ramanana bi xwe ji wê demê tên. Wan perwerdahiya xwe weha girtine. Xweguherandina wan zehmet e.
Ji bona vê jî em bi pêşve narin, destpêka her damezrandina partiyek nû baş e, moral û baweriyê dide, lê dema di nava salan de dihare ew jî dibe weke yên heyî.
Sedema vê jî neguherandina rêvebir û serokên modela kevn e. Nerîn û gotinên berê ne. Ew serok û rêvebirên modelên kevn tim jî dixwazin partiya xwe jî li gor baweriyên xwe bi rêve bibin. Loma jî ne yekitî û yekrêziya nava mala kurd pêk tê, ne jî pêşketin, hêz û qaweteke hevdem tê xulandin.
Baweriya min ew e ku heta di serokatiya partiyên Kurdistanê de ciwanên kurd, çi jin çi jî mêr, nebin rêvebir, wê serokên partiyên kurdistanî jî her di cihê xwede bijmêrin. Ji dêlva pêşketin û pêşveçûnê em ê her di cihê xwe de rawestin. Heta kêmtir û lawaztir jî bibin.
Loma em ê bikevin nava lêgerîneke nû ku ew jî dê ji wan salmezin û modela salan 1960-80ê bin, ev pêncî salan ku tê ceribandin, lê serketin nabe. Hezar mixabin em dersekê jî jê nagirin. Loma hema carekê jî be em hemî bi hevre partiyekê bi hevre xurtir bikin dê çi bibe?
Serketin di rûyên nû û gotinên taze li gor pêvajo, şert û mercên nû yên cîhanê û Kurdistanê dibe. Mixabin ew li ba piraniya partî û rêxistinên bakurê Kurdistanê tune ye. Li serok û rêberên partiyên Kurdistanî binerin, ji sedî nodên wan modela kevn in. Bi motora salên heftê siyareke modela duhezarê nayê ajotin…
Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
Nûvekirina herî dawî: 20:52:06
